Tevgera Çand-Hunerê ya Ewropayê li dijî dagirkeriyê banga berxwedanê kir

Tevgera Kedkarên Çand-Hunerê ya Ewropayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û got: “Em li her qadê li dijî dagirkerî û êrîşan rabin.”

BANGA BERXWEDANÊ

Tevgera Kedkarên Çand-Hunerê ya Ewropayê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û banga ‘Berxwedana li dijî dagirkeriyê’ kir. Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Em li her qadê li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser şaredariyên, rabin. Em piştgiriyê bidin sazî û şaredariyên xwe yên ku nûneriya îradeya me dikin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin:

“Dewleta Tirk a mêtinger ku tehemûlî îradeya gelê Kurdistanê nake, car din îradeya gelê me desteser kir. Di serî de li Wanê, gelê Kurd xwedî li îradeya xwe derket. Lewma dewleta Tirk a mêtinger li hemberî vê yekê har bûye. Faşîzma AKP-MHP’ê car din êrîşî îradeya gelê me kiriye. Hevşaredarê Colemêrgê di bin navê ‘lêpirsînê’ de li Wanê hatiye dîlgirtin û bi sedan polîsan bi ser şaredariyê de hate girtin û hate dagirkirin. Ev pêkanîn nîşan dide ku dewleta Tirk a mêtinger û hêza wî ya rêveber rejîma AKP-MHP’ê xwedî feraseteke çawa ye û çiqasê di dijminahiya Kurdan de kûr bûye.

Weke kedkarên çand û hunerê em vê rewşê bi ti awayî qebûl nakin. Di serî de; em bang li gelê xwe, dostên gelê Kurd, hemû hunermend û saziyên çand û hunerê yên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê dikin: Em li her qadê li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li hemberî şaredariyên me rabin û piştgiriyê bidin sazî û şaredariyên xwe yên ku nûneriya îradeya me dikin.”