TEV-ÇAND’ê li dijî tecrîdê li pêşiya PE’yê bûn

Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd (TEV-ÇAND) li dijî tecrîdê li pêşiya Parlementoya Ewropa ya li paytexta Belçîka Brûkselê çalakiyek kirin.

Çalakiya protestoyê ya bi pêşengtiya TEV-ÇAND’ê hate kirin, gelek Kurdistanî û dostên ji Elmanya, Belçîka, Fransa û Hollanda tevlî çalakiyê bûn.

Çalakiya saet 13:00’an bi dirûşman destpê kir, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TJK-E, SKB û Heyva Sor hatin hildan. Di çalakiya li qada parka Lûxembûrgê hate kirin pankartên ku wêneyên çalakvanên grevan û balê dikişîne ser tecrîda li ser Ocalan hatin vekirin.

Her wiha pankartên ku nerzîbûnê nîşanî bêdengiya Yekîtiya Ewropa û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) ya li dijî tecrîd û grevên birçîbûnê hatin hildan. Dîsa pankartên li ser ‘Êşkence û tecrîd sûcê mirovahiyê ye’û ‘Berpirs dewleta Tirk e, Ewropa vê navbîne’ hatin vekirin.

Dîsa bê navber dirûşmên ‘Bijî Seroka Apo’, ‘Bijî Berxwedana zindanan’, ‘Kujer Erdogan’, ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana dayikan’ hatin qîrkirin.

Gelek hunermendên Kurd tevlî çalakiyê bûn. Ji hunermendan Xelîl Xemgîn, Seyîdxan, Denîz Deman, Diyar, Kawa, Cewad Merwanî, Şemdîn, Marûf, Sîpan Xelat û Amed jî amade bûn.

Li qada daxwaza azadiya Ocalan û ji bo Kurdistanê çareseriyek siyasî hate xwendin, hunermendan konserek jî dan. Konsera ku bi sirûda ‘Hernepêş’ destpê kir, yek bi yek hunermend hunerên xwe pêşkêş kirin.

Li ser navê hunermendan Seyîdxan daxuyaniyek da. Seyîdxan welatî silavkir û bal kişand ser grevên birçîbûnê. Seyîdxan ê diyar kir ev dozeke pîroz e û got: “Heta tecrîd bi dawî nebe, ev berxwedan naqede.”

Çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê bi dirûşman ve bidawî bû.