TEV-ÇAND a Ewropayê ji bo Ozmen sersaxî xwest

Rêveberiya TEV-ÇAND a Ewropayê ji ber wefata Serokê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Fewzî Ozmen daxuyaniyek weşand û diyar kir ku koçkirina wî valahiyeke mezin li pey xwe hişt.

Peyamên sersaxiyê ji bo Serokê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Fewzî Ozmen her ku diçe zêde dibin.

Rêveberiya TEV-ÇAND’ê ya Ewropayê ji ber wefata Ozmen peyameke sersaxiyê weşand. 

TEV-ÇAND a Ewropayê diyar kir ku bi dilekî xemgînî agahiya koça dawî ya mamostayê hêja û kedkar Fewzî Ozmen bihîstine û wiha hat gotin: “Hêja Fewzî Ozmen ji bo çand, wêje û zimanê kurdî wendayiyeke giran bû. Ew heya dawiya temenê xwe li dijî qirkirina çandî, asîmîlasyon û polîtîkayên dagirkeran xebat meşand. Mamosta Fewzî Ozmen her çiqasî ku weke fêrkarekî ziman û hostayekî lêkolînê kar dikir jî, lê wî her dever ji xwe re qada xebata neteweyî didît. Şoreşeke bêdeng di rûyê asîmîlasyonê de bû. Bi sedan ciwanên Kurd fêrî zimanê wan kir, dizanibû ku fêrbûna ziman û çandê berxwedaneke neteweyî ye, her ku lêkolîn dikir bêhtir li karê xwe germ dibû û wate dida xebata neteweyî."

MAMOSTA OZMEN KESAYETEKÎ DILNIZM Û REWŞENBÎR BÛ

Rêveberiya TEV-ÇAND’ê ya Ewropayê ragihand ku koçkirina Ozmen valahiyeke mezin li pey xwe hişt û wiha domand: “Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û rewşenbîr hevalên xwe, xwendevan û dostên xwe xemgîn kir. Di vê dema ku gelê me rastî êrîşên bêhempa tê, di her hêlê de li qadan û li ber xwe dide, pêwîstî bi kesayetiyên wiha hîn girîng dibe. Em weke Tevgera Çandê li Ewropayê, bê çawa me di jiyana wî nirx da kar û xebata wî, wiha jî em bi koça wî xemgîn dibin. Berî her tiştî ew xisarek mezin jî çand û wêjeya Kurdistanê. Em sersaxiyê ji malbata hêja Ozmen, Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê, PEN’a Kurd, KNK, YMK û gelê Kurdistanê re dixwazin.”