‘Têkoşîna Leyla Guven, têkoşîna me ye’

Li bajarê Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome. Şaredarên li Fransayê hatin serdana çalakgeran diyar kirin ku têkoşîna Leyla Guven, têkoşîna wan e.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parlementera HDP’ê Leyla Guven 74 roj in, di greva birçîbûnê de ye. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Strasboûrgê jî hatibû destpêkirin di roja 35’an de didome.

Endama meclîsa şaredariya Vîntry S/Seîne Faîenne Lefebre, li ser navê şaredariya CHOISY Le Roiyê Laûrent Zîegelmeyer û li ser navê şaredariya Champîgny sur Marneyê Serîne Lefîef hatin serdana çalakgeran.

Mêvanên ku hatin serdana çalakgeran, diyar kirin ku ew  pişta vê berxwedanê digirin.

LEFEBVRE: OCALAN MIFTEYA AŞTIYÊ YE

Fabîenne Lefebvre diyar kir ku Ocalan mifteya aştiyê ye û bal kişand ser vî tiştî ku ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê derkeve ew têdikoşin. Lefebvre got ku, “Azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelan. Ji ber vê jî ew ê ji bo geşkirina çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven bixebitin.”

Laûrent Zîegelmeyer jî berxwedana grevên birçîbûnê silav kir û got ku, “Ev berxwedan li dijî faşîzmê ye. Li gorî me Kurd dikarin aştî û çareseriyê bînin Rojhilata Navîn. Di heman demê de têkoşîna Kurdan, têkoşîna min e jî. Bêdengiya medyaya Ewropayê ya li hemberî grevên birçîbûnê dûmahîka komploya li ser Ocalan e, ji ber vê jî em ê her tim bi Kurdan re bin û têkoşînê bidomînin.”