Tecrîd û êrîşa li dijî Mexmûrê li Nûrnbergê hate protestokirin
Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li dijî Mexmûr û Şengalê û tecrîda li ser Îmraliyê hate protesto kirin.
Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li dijî Mexmûr û Şengalê û tecrîda li ser Îmraliyê hate protesto kirin.
Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê çalakgerên greva birçîbûnê êrîşên dewleta Tirk a li dijî Mexmûr û Şengalê û tecrîda li ser Îmraliyê hate protesto kirin.
‘HIQÛQA NAVNETEWEYÎ HATIYE BINPÊKIRIN’
Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Nurnbergê li Mala Gel a Medyayê di 5’ê Kanûnê de hatibû destpêkirin. Greva birçîbûnê 10 roj in didome. Ji bo protestokirina tecrîdê û êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê li Qada Hallpatzê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de sloganên ku êrîşên dewleta Tirk şermezar bike, bi Tirkî û Elmanî hatin berzkirin. Di çalakiya protestoyê de bi sedan belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike û dewleta Tirk li Mexmûr û Şengalê sûcê mirovayetiyê kiriye.