Tecrîd li Qibrisê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Lîmassol ê Qibrisê, bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Lîmassol ê Qibrisê, bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Çalakî bi dirûşma "Rêber Apo xeta me ya sor e" ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate lidarxistin û li Moloz Parkê dest pê kir. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin.
Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axivî û diyar kir ku nûçeyên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li medya dîjîtal hatin weşandin, bûne cihê fikaran. Lezgîn Serhat got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in ji aliyê dewleta Tirk a qirker û faşîst ve tecrîdkirî ye, xeta sor a Kurdan e. Divê destûr bê dayin ku Rêber Apo tavilê malbat û parêzerên xwe bibîne."
Lezgîn Serhat diyar kir ku heta agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin wê çalakiyên xwe dewam bikin.
Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Em ê cîhana bêyî Ocalan bi serê we ve bînin xwarê", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.