Tecrîd li Parîs, Hambûrg û Aaraûyê hate protestokirin

Li paytexta Fransa Parîsê, bajarê Hambûr ê Elmanya û bajarê Aaraû yê Swîsreyê êrîşa polîsên li hember dayikên ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di çalakiyê de ne şermezar kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakvanan xavikên spî li serê xwe kirin û çalakî pêk anîn.

Aktivîstên Tevgera Jinên Kurd ên Fransa ji bo destekê bidin dayikên li pêşiya zindanan di çalakiyê de ne li Qada Chatletê xavikên spî li serê xwe kirin û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Di çalakiyê de belavokên ku balê dikişînin ser tecrîd û berxwedana grevên birçîbûnê hatin belavkirin, daxwaz ji hikûmeta Fransa, saziyên eleqedar û parêzvanên mafê mirovan kirin ku zûtirîn demê dawî li bêdengiya xwe ya li hemberî grevên birçîbûnê bînin û bikevin nava hewldanan.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî ji bo xwedî li berxwedêrên di grevên birçîbûn û rojiya mirinê derbikevin, li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek hate kirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê ve hate kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatin hildan û dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Terorîst Erdogan’ hatin qîrkirin.

AARAÛ

Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê jî jinên ciwan û aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li pêşiya avahiya TV-Radyo-Rojnameya Kantona Aaraûyê çalakiya bêîtîahatiya sivîl lidar xistin.

Di çalakiyê de bêdengiya çapemeniya Swîsre ya li hember grevên birçîbûnê û rojiya mirinê hate şermezarkirin.