Tecrîd li Drancy'ê bi meşekê hate şermezarkirin

Li banliyoya Drancy a Parîsê, ji bo rakirina tecrîdê meşek hate lidarxistin. Di meşê de çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Kurdistanî tevî dostên xwe li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan û ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo çalakgerên greva birçîbûnê meşiyan.

Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Drancy pêşengî ji meşê re kir. Çalakger êvarê ji ber avahiya NCDK'ê ya Drancyê dest bi meşê kirin.

Di meşê de ku heta ber gara Le Boûrgetê dewam kir, dirûşmên "Bijî berxwedana Leyla", "Azadî ji Ocalan re" hatin qîrîn.

Kurdistaniyan ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê banga xwedîderketinê kirin.