Tecrîd kete rojeva parlamenterên Swîsreyî

Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Swîsreyê, ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan û girtiyên siyasî yên li girtîgehan, li Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê hin hevdîtin kirin.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven, Kurdistaniyên li Swîsreyê 6 roj in di greva birçîbûnê de ne. Çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê dewam dike.

Heyetek ji çalakgeran doh bi parlamenterên 3 partiyên cuda yên li Parlamenta Swîsreyê re hevdîtin kir. Çalakgeran bal kişandin ser rewşa Ocalan û ji parlamenteran xwestin ku bêdeng nemînin.

'BÊDENG NEMÎNIN'

Çalakger bi parlamenterên Kesk, Partiya Sosyalîst a Swîsreyê û Partiya Lîberal a Radîkal a Swîsreyê (PLR) ên li Parlamenta Neteweyî, hevdîtinên cuda kirin. Çalakgeran işaret bi rola girîng a Ocalan a di aştiya Rojhilata Navîn de kirin û xwestin, li dijî helwesta dewleta Tirk a li hemberî Ocalan bikevin nava liv û tevgerê. Çalakgeran greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî bi bîr xistin û gotin, daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan Kurdî ye. Çalakgeran diyar kirin, nêzîkatiya CPT û Ewropayê cesaretê dide dewleta Tirk û ji Swîsreyê xwestin ku li hemberî vê bêdeng nemîne.

GLATLÎ: EZ Ê REWŞA OCALAN BIXIM ROJEVA PARLAMENTÊ

Ji Partiya Keskan Parlamenter Balthasat Glatlî anî ziman ku ew nêrînên Ocalan ji nêz ve dişopînin û gelekî girîng e ku ev nêrîn niha li Rojava bi cih tê anîn. Glatlî got, teoriya Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Ewropayê gleekî girîng e û diyar kir, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan wê pêşnûme pirsekê pêşkêşî Parlamenta Swîsreyê bike.

Parlamentereke din a ku bi navê Keskan tevlî hevdîtinê bû, parlamentera Kurd Sîbel Arslan bû. Arslan got, "Em rewşa li Tirkiye û Rojava ji nêz ve dişopînin" û anî ziman wê greva birçîbûnê jî ji nêz ve bişopînin.

SOMMARÛGA: EM Ê MIJARÊ BIŞOPÎNIN

Çalakger her wiha bi parlamenterên Partiya Sosyalîst (SP) Carlo Sommarûga, Margret Kîener Nellen, Fabîan Molîna û sekreterê têkiliyên derve Peter Hûg re jî hevdîtin kirin. Serokê Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Swîsreyê Carlo Sommarûga di hevdîtinê de anî ziman ku SP beriy aniha tecrîdkirina Ocalan xistibû rojevê. Sommarûga anî ziman, partiya wan greva birçîbûnê û daxwazên çalakgeran girîng dibîne û wê ji niha û pê ve jî mijarê bişopînin."

Çalakger wekî din bi Parlamentera Partiya Lîberal a Radîkal a Swîsreyê Chrîsta Markwalder jî rûniştin.