Tecîrda li ser girtiyan li Parîsê protesto kirin

Zext û tecrîda li ser girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê li ser banga ACTÎT û Têkoşîna Şoreşgerî ya Yekbûyî bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li Parîsê ji bo balê bikişîn ser rewşa girtiyên nexweş, zext, binpêkirin û tecrîda li ser girtiyên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê standek hate danîn.

Stand li Qada Repûblîqûe saet 13:00’an li ser banga ACTÎT û Têkoşîna Şoreşgerî ya Yekbûyî hate kirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Dawî li tecrîda li ser girtiyên siyasî bînin’ hate hildan, di serî de wêneyên hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û gelek girtiyên din hate hildan.

Çalakî heta saet 15:00’an dom kir. Daxuyaniya bi Fransî hatibû amadekirin hate belavkirin û bi gotin jî agahî hatin dayîn. Di belavokê de hate gotin ku li dijî rejîma faşîst banga piştevaniya enternasyonalîst a gelên koçber û xwecihî hate kirin.

Stand wê roja Çarşemê jî di heman saetê û heman cihî bê domandin.