TCŞ û JCA ji bo çalakiyên 13’ê Hezîranê banga tevlîbûnê kirin

TCŞ û JCA ji bo çalakiyên ku wê 13’ê Hezîranê li gelemperiya Ewropayê li dijî êrîşên qirker û mêtinger ên dewleta Tirk bê lidarxisin, banga xurt a tevlîbûnê kirin.

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li Kurdistanê wê 13’ê Hezîranê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan bên protestokirin.

Têkildarî vê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad (TCŞ/JCA) daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk û got: “Yekane rêya parastina hebûna xwe ya li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a mêtinger bê navber û domdar têkoşîn gihandina serketinê ye, ji derveyî vê ti rêyekî din nîne.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên li dijî jin û ciwanan ên weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku ‘pêşengên têkoşîna me ne’ ne hema ji rêzê ne, hate diyarkirin ku her demê êrîşî pêşengên civakê hatine kirin. Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Çawa ku dijmin di qirkirinê û stûxwarkirina me de bi biryar e, em jî wê stûyê xwe xwar nekin û li dijî her êrîşên li ser gelê xwe bi biryardarî têkoşînê bikin.”

Herî dawî TCŞ û JCA di serî de bang li ciwan û jinên ciwan kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên ku li Elmanya, Hannover û Stûttgart bi pêşengtiya ciwanan bê kirin û dîsa li gelek cihên Ewropayê çalakî bên kirin bibin.”