TCŞ’ê banga tevlîbûna kongreyê kir: Em berxwedanê mezin bikin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Ewropayê (TCŞ) bi dirûşmeya “Xwe Rêxistin Bike, Rêber Apo Azad Bike” 9’ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê kongreya xwe ya 3’emîn lidar dixe.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Ewropayê (TCŞ) bi dirûşmeya “Xwe Rêxistin Bike, Rêber Apo Azad Bike” 9’ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê kongreya xwe ya 3’emîn lidar dixe.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku sîwana rêxistinbûna ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn e, wê 9’ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê bi dirûşmeya “Xwe Rêxistin Bike, Rêber Apo Azad Bike” kongreya xwe ya 3’emîn lidar bixe. TCŞ’ê bang li her kesî kir ku bi rengekî xurt beşdarî kongreyê bibin.
TCŞ’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgariya Kurdistanê ew amadekariyên kongreya xwe didomînin. TCŞ’ê ragihand ku ew bi Modernîteya Demokratîk îdîa dikin ku pêşengiyê ji tevgerên demokratîk, şoreşger û antîfaşîst re bikin û berxwedanê mezin bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beşdarî kongreya 3’emîn a TCŞ’ê bibin ku wê 9’ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê were lidarxistin.