Swêd: Divê Tirkiye lezgîn leşkerên xwe vekişîne

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Anna Lînde daxwaza lezgîn kir ku divê Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyeyê bikişîne û got:”Tevî hiqûqa navneteweyî êrîş kir.”

Bi êrîşkirina dewleta Tirk a li ser Rojava re Parlementera Serbixwe Amîneh Kakabaveh ji bo şermezarkirin û rawestandina êrîşên dewleta Tirk divê çi bê kirin pirs ji Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde kiribû. Dîsa Parlemetnera Demokrat a Xiristiyan Magnûs Jacobssson jî pirsa ji bo hikûmeta Swêdê êrîşên dewleta Tirk bide sekinandin û her wiha ji bo DAÎŞ’î û zarokên wan ên di destê hêzên Kurdî de ne çi bikin kiribû.

‘TIRKIYE HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ KIR’

Li ser her du pirsan Lîndy diyar kir ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir trajî û bi fikar e û got: “Tirkiye tevî nerazîbûnên hêzên navneteweyî û dij hiqûqa navneteweyî dest bi êrîşên lekerî kir. Nearamiya li herêmê zêdetir kir.

Linde anî ziman ku ji ber êrîşên şer 165 hezar kes neçar man ku ji warên xwe bibin. Lînde diyar kir ku bi nûnerên Kurd û saziyên alîkariyê yên li herêmê re ji nêz ve di nava têkiliyê de ye û got: “Hikûmetê êrîşên leşkerî şermezar kir û heta gelek caran ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurd, Suryan-Asurî, Êzidî û kêmenetewên li herêmê bide rawestandin daxwaz kirine. Pêwîstiya me ne bi kûrkirina şerê piştî 8 salan bê domandin e, pêwîstî aştiyê heye. Mudaxeleyeke leşkerî wê aştiyeke mayînde pêk neîne.”

Wezîr Lînde anî ziman ku piştî êrîşan bang li Sefîrê Tirk kiriye û fikarên xwe yên têkildarî bûyerên rû dane ji bo wan ragihandine. Her wiha Lînde da xuyakirin ku hikûmeta Swêdê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê daye rawestandin û heman şeklî ji Yekîtiya Ewropayê jî daxwaz kiriye ku vê bikin.