Sûryaniyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan name ji NY re şandin
Sûryaniyên li Gûtersloh a girêdayî Bîelefeldê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan name şandin.
Sûryaniyên li Gûtersloh a girêdayî Bîelefeldê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan name şandin.
Kampanya şandina nameyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd ya ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re hîna didome. Sûryaniyên li Gûtersloh a girêdayî bajarê Bîelefeldê dijîn, bi şandina nameyan ji bo NY’yê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin.
Bi giştî 60 nameyên li Gûterslohê hatin komkirin ji aliyê endamê Meclîsa Bîelefeldê Sabrî Sûryanî ve hate şandin.
Sûryaniyên li Gûterslohê dijîn berî niha jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd name ji NY re şandibûn.