Denîz Surgut ê ku derbarê wî cezayê muebbet hatiye dayîn û tê xwestin bi bultena sor were îadekirin, 52 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
Denîz Surgut ji Medya Haber Tv’yêre axivî û diyar kir ku bultena sor a ku derbarê wî hatiye derxistin, ji bo şikandina vîn û motîvasyona grevên birçîbûnê ye.
Surgut got ku, “Ez duh (roja Sêşemê) hîn bûm. Di vê serdemê de ya ku grevên birçîbûnê li ser gel bandoreke mezin çêdike, biryara lêgerîn û îadekirinê hatiye dayîn. Heke ev gaveke ji bo şikandina vîna me be, bi gavên wisa ew ê nikaribin vîna me bişkînin.”
Surgut diyar kir ku li gorî peymanên navneteweyî mafê îltîcayê heye û ne mumkun e ku îadekirin û teslîmkirin pêk were.
Surgut bal kişand ser vî tiştî ku dosyeya wî hê nehatiye encamkirin ji ber vê jî vê daxwaza îadekirinê ne hiqûqî ye.
Surgut diyar kir ku ev daxwazên îadekirin û teslîmkirinê ne rojeva wî ye û ew ê çalakî û berxwedana xwe bidome.