Sûcê şer ê Tirkiyê di rojeva Îzlandiyan de ye

Şandeyeke HDP'ê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan bi rayedarên Îzlandî re gotûbêj kir.

Şandeya HDP'ê bi çarçoweya biryara Trîbûnala Navnetewî ku par Tirkiye mehkûm kiribû bi rayedaran re rûnişt.

Par li Parîsê di navbeyna 17-18'ê Adarê de Trîbûnala Navnetewî (Dadgeha Domdar a Gelan) têkilî komkujiyê yên dewleta Tirk ên li Sûc, Cizîr û Şirnexê û sê jinên şoreşger ên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin dewleta Tirk bi sûcên şer mehkûm kiribû, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên wê demê berpirsên sûcê wê demê dîtibû.

KOMKUJIYÊN LI CIZÎRÊ BI BELGEYAN BI RAYA GIŞTÎ YA ÎZLANDAYÊ RE HATIN PARVEKIRIN

Yek ji van welatan jî Izlanda ye. Welatê giravî Îzlanda ya bi nifûsa 350 hezarî, malxweyîtî li şandeya Kurd kir, komkujî û sûcên dewleta Tirk ên li Kurdsitanê danî ser masê.

Heftiya bihurî şandeyeke HDP'ê ya ji Nûnerê Konseya Ewropaya ya HDP'ê Faîk Yagizay, Wekîlê berê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Hevşaredara Cizîrê Leyla Imret pêk hatî, ji hêla Wezîrê Navxwe yê berê yê Îzlandî Ogmundur Jonasson ve hatin vexwendin û çûne Reykvajikê. Şandeyê du rojan hevdîtin kir û bi gelek kesan re hevdîtin û civîn pêk anî.

SARIYILDIZ: DEWLETE LI CIZÎRÊ KOMKUJÎ PÊK ANÎ

Sariyildiz diyar kir bi fermana Erdogan komkujî bûne û domand, , ''Dewletê beriya komkujiyê hemû memûr ji bajêr derxistin, gelê ku mayî jî, mîna ku dijmin be raihand û komkujî kir. 79 rojan komkujiyeke mezin hate kirin. Dewletê bi TIR'an çekên giran û zirxî yên leşkerî anîn. Nexweşxane, dibistan kirin biryargehên leşkerî. Li bajêr, ku 130 hezar mirov tê de bû, reşandin. Elektrîk û av ji ser gel qut kirin. Bi rojan bajar bombe kirin. Zarokên di zikê diya xwe de hatin kuştin. 150 mirov, ku di nav wan de mirovên 80 salî jî hebûn hatin kuştin. Li jêrzemînan mirov bi saxî hatin şewitandin.''

Sariyildiz wêne û dîmenên komkujiyê jî par ve kir û komkujiyên dewleta Tirk bi raya giştî ya Izlanda re par ve kir.

ÎMRET: DEWLETÊ BI PLANSAZIYÊ KOMKUJÎ KIR

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî got, ''Beriya niha bi 3 salan, van rojan li Cizîrê komkujî hate kirin. Her wiha beriya bi 16 salan jî bavê min hate şehîdkirin. Ji bo min rojeke biêş e. Li Cizîrê komkujî hate kirin. Dewletê hemû têkiliyên ragihandinê birî û dest bi komkujiyê kir. Ez wê demê li bajêr, li nav gel bûm. Nedihiştin ku agirkuj û ambûlan werin. Cenazeyên mirovên ku hatin kuştin bi rojan li kuçeyan man. Mirovan cenazeyên zarokên xwe bi rojan di avsarkê de hiştin. Li gor min ev komkujiyeke bi plan û organîze bû. Dewleta Tirk li Cizîrê komkujî kir.''

Îmret got leşkerên Tirk li dijî jinan bi kînê û tolhildanê tevgeriyane, bedenên wan li kuçeyan teşîr kirin.

YAGIZAY: JI OCALAN AGAHÎ NAYÊ STANDIN

Faîk Yagizay jî bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi bîr xist ku ji 2011'an ve parêzerên xwe nedîtine û ji 2015'an û vir jî ji malbata xwe kesek nedîtiye û got, ''Tecrîd danîne. Ji bo ku ev tecrîd were şikandin Leyla Guven ev 62 roj in di greva birçîbûnê de ye. Heke Ewropa li bara vê bêdeng be dibe ku encamên nebaş çêbibin.''

Yagizay her wiha got li Tirkiyê zexteke giran li ser HDP'ê hatiye danîn, hevşaredar, parlamenter, rêveber û endam bi hezaran HDP'yî hatine girtin.

Yagizay got, dema ku bi rayedarên Izlandî re hev dîtine ev mijar anîne rojevê û got, ''Ev tiştên ku hatine kirin di sedsala 21'ê de nayên qebûlkirin. Sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ên ku ev sûc kirine divê li qada navnetewî werin darizandin.''