Strasboûrg, Tornheîm, Toûloûse û Oslo ji bo Rojava rabûn

Ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li bajarên Strasboûrg û Toûloûse yên Fransa û bajarê Trondheîm û paytexta Norweç Osloyê çalakî hatin kirin.

STRASBOÛRG

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê çalakiye kirin. Girseya qelebalix a li pêşiya Gara Strasboûrgê kom bû çalakiya xwe bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir Çalakiya ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Fransî tevlî bûn, dirûşmên ‘Ji bo Rojava bêdeng nemînin’ û ‘Kujer Erdoban’ qîr kirin.  Her wiha mîtîngek jî hate kirin û hate gotin ku dewleta Tirk li Rojava êrîş dibe ser şoreşeke wekhev û azada ji bo hemû gelan.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê çalakiyek hate kirin û di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a qirker û dagirker hate protestokirin û banga piştevaniyê bi Rojava re hate kirin.

TRONDHEÎM

Li bajarê Trondheîm ê Norweçê jî bi hezaran kes li dijî êrîşên delweta Tirk û çeteyên wê daketin qadan û êrîş şermezar kirin.

OSLO

Li paytexta Norweç Osloyê jî bi sedan Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan, ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya cîhanê, li qadan bûn. Gel bi alên xwe yên rengareng û bi bilindkirina pankartên wekî “Rojavayê biparêze” û “komkujê bide seknandin” dagirkerî û êrîşên hov ên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Piştî meşa bi heybet mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de axaftinvan hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser êrîşên qirker û sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Seroka Partiya Sor û parlemanter Bjornar Moksnes, di axaftin a xwe de got: “Em ê daxwaz ji hukûmeta Norweç bikin, hemû têkiliyên xwe yên aborî yên bi Tirkieyyê re bi dawî bikin.

Moksnes destnîşan kir ku gelê Kurd hevpeymanê herê gîrîng ê wan e û şoreşa Rojava îro pêşengatiya doza azadiya gelan, demokrasî, biratîya gelan û azadiya jinê dike.

Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.