BI DÎMEN

Stockholm ji Newroza mezin a sibê re amade ye

Komîteya Newrozê ya Stockholmê daxuyand ku hemû amadekariyên Newrozê bi dawî bûne û her kes vexwend pîrozbahiya sibê ya bi dirûşma "Ji Kurdistanê re azadî, ji Kurdan re statu” bê lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan wê sibê di pîrozbahiya mezin a Newroza li paytexta Swêd Stockholmê de bên cem hev.

Parlamenterê Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga, siyasetmedar û çalakvan Amîna Kakabawe, rojnamevan Yûsûf Onal, li ser navê Platforma Kurdên Anatolyaya Navîn, Hevseroka NCDK’ê ya Stockholmê Rûken Yetîşkîn, Hevseroka Federasyona Elewiyên Ewropayê Nevîn Kamîlagaoglû, nivîskarê Kurd Zinarê Xamo, Kemal Gorgu, Rûspiyê civaka Başûrê Kurdistanê Karwan Seyîd beşdarî civîna Komîteya Newrozê bûn.

Pîrozbahiya Newrozê bi piştgiriya Platforma Kurdên Yaresan, pêşengên civaka Feylî, PJAK û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk (Rojava) wê sibê pêk bê.

Li ser navê komîteyê Rûken Yetîşkîn û Yûsûf Onal axaftina vekirinê kirin.

Rûken Yetîşkîn spasiya hemû kes û saziyên ku di Newrozê de cih girtine, kir û banga beşdarbûna Newrozê li Kurdên li Skandînavyayê kir.

Rojnamevan Yûsûf Onal bi bîr xist ku gelê Kurd di rojeva cîhanê de ye û destnîşan kir ku di serdemeke wiha de Cejna Newrozê ji bo Kurdan gelekî girîng e. Onal anî ziman ku beşdarbûna hemû derdorên demokratîk ên li Skandînavyayê wê ji bo avakirina civaka demokratîk a banga Rêber Apo, girîng be.

Parlamenterê Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga jî diyar kir ku ew banga Rêber Apo silav dikin û wiha axivî: “Piştî banga Ocalan divê dewlet demildest bi hezaran girtiyên siyasî serbest berde. Herî dawî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hat binçavkirin. Ez vê yekê bi tundî şermezar dikim û hêvî dikim ku Newroz ji bo Kurdên çar parçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê bibe sedema çareseriyê.”

Siyasetmedar û çalakvan Amîna Kakabawe jî anî ziman Kurd di aliyê baweriyan gelek cudahiyan di nava xwe de dihewîne û di vê wateyê de ew gelê birûmet e. Kakabawe diyar kir ku Newroz ji bo Kurdan cejna serhildanê ye û bang li Kurdên Rojhilatî yên ku ji ber faşîzma rejîma Îranê koçî Skandînavyayê kirine kir ku sibê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin.

Hevseroka Konfederasyona Elewiyên Ewropayê Nevîn Kamîlagaoglû jî diyar kir ku Newroz ji bo civaka Elewî jî cejna berxwedanê ye. Nevîn Kamîlagaoglû komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê şermezar kir û anî ziman ku jiyaneke bi rûmet bi berxwedana hevpar pêkan e. Kamîlagaoglû Newroz li her kesî pîroz kir û banga beşdarbûna Newrozê kir.

 

Zinarê Xamo, Karwan Seyîd, Kemal Gorgu jî Newroza Kurdên li Skandînavyayê pîroz kirin û banga başdarbûna pîrozbahiya Newrozê kirin.