Stockholm ji bo Rojava li ser piya bû

Bi hezaran kesên ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê herikîn qada Stockholm a Swêdê, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û piştevaniya xwe ya bi Şoreşa Rojava re nîşan dan.

Bi hezaran Kurdistan û dostên wan ên li Qada Sergelê hatin ba hev xwepêşandaneke girseyî lidar xistin.

Li qada ku mîtîng lê hate kirin, pankart û wêneyên dewleta Tirk şermezar û qetlîamên ku dewleta Tirk a li ser sivîlan kirî hildabûn.

Komîserê Mafê Mirovan ê berê yê Neteweyên Yekbûyî û Parlementerê PArtiya Karker a Sosyal Demokratî Thomas Hammaberg axivî bal kişand ser destûra bingehîn a nû ya ji bo dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê bi dawî bike. Hammaberg destûra bingehîn a bê Kurdan wê aştiyeke mayînde bi xwe re neîne.

Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî ya PArtiya Karker a Solyal Demokrat Johan Hassel jî diyar kir ku ji roja yekem a dagirkeriya Tirk destpê kirî hikûmeta Swêdê li dijî dagirkeriyê derketiye, daxwaz kir ku divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmê derbikevin.

Parlementerê Partiya Moderat a partiya bira ya AKP’ê Jorgen Persson diyar kir ku ew dagirkeriya Erdogan a li Rojava ku li dijî Kurdan û gelên kêmenetewan şermezar dikin.

Hevserokê Kantona Cizîrê Telhat Yûnis ê ji Kobanê bi rêya telefonê beşdarî mîtîngê bû diyar kir ku gelê Rojava rê nade dagirkeriyê.

Rojnamevan-Nivîskar Ragix Zarakolû bal kişan ser biryara Meclîsa Nûneran a DYE’yê ya Qirkirina Ermeniyan û got: “Qirkirina 1915’an hê bi dawî nebûye. Di roja me ya îro de dewleta Tirk li Rojava, Kurdan, Asûrî, Sûryanî, Ermenî, Tirkemen û kêmeneteweyên din qir dike.”

Li ser navê KNK’ê jî Ahmet KAramûş û Zeyneb Moradî axivîn û diyar kirin ku armanca sereke ya dewleta Tirk bi êrîşa li ser Rojava re dixwaze sîstema wekhev û demokratîk ji holê rake û astengkirina bûna xwedî statû ya Kurdan e.

Li ser navê Partiya Azadî ya Mezopotamya Yaşar Kuçukaslan jî axivî û bang li Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo sûcên şer ên Tirk a li Rojava lêkolîn bikin bikevin tevgerê.

Li ser navê Komeleya Piştevaniyê Zerîn Ûçar, li ser navê PUK Peyman, li ser navê Însyatîfa Aştiya Jinê Latîfe Fegan, peyamên piştevaniya bi Rojava re dan. Hunermed SErpîl Înaç û Stîna Bengs, stran û sirûd xwendin.

Piştî xwepêşandanê peyamên piştevaniyê ya Wezîra Karê Derva ya Swêd jî di nav de ya gelek siyasetmedar û rêveberan hate xwendin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Tirkiyeyê baykot bikin’, ‘Bijî YPG/YPJ’ û ‘Bijî Rojava’ bi dawî bû.