BI DÎMEN

Stêrk û Medya Haber TV: Bila gelê me berê xwe bide cihê televîzyonan

Desteya Şêwirmendiyê ya Stêrk û Medya Haber TV serdegirtina polîsên Belçîkayê ya li studyoyên wan şermezar kir û got, "Ji bo pêşîgirtina li vê bêhiqûqiyê em bang li gelê xwe dikin ku berê xwe bide cihê televîzyonan."

SERDEGIRTINA POLÎSAN A LI TELEVÎZYONAN

Desteya Şêwirmendiyê ya Stêrk û Medya Haber TV têkildarî serdegirtinan daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Dema dawî konsepta ku dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan amade kiriye, hewl tê dayin ku bi cih bê anîn. Serdana Tirkiyeyê ya li DYE, Iraq û Îranê, her wiha peymanên bi PDK'ê re mohr kir, li gel van hemûyan serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a li Iraq û Barzaniyan, nîşaneyên dawî yên ji bo bicihanîna vê konsepta qirkirinê ne. Êrîşa dagirkeriyê ya li ser Metînayê jî asta leşkerî ya vê qirkirinê ye.

Eşkere ye ku ev konsept konsepteke êrîşê ya navneteweyî ye. Serdegirtina studyoyên Medya Haber û Stêrk TV ên li Belçîkayê ku şeva 23'ê Nîsanê saet derdora 02:00 pêk hat, nîşaneya şênber a vê yekê ye. Televîzyonên me niha ji aliyê bi sedan polîsî ve hatine dagirkirin. Bi vê serdegirtinê tê xwestin, dengê gelê Kurd bê birîn. Nabe ku em li hemberî vê serdegirtinê bêdeng bimînin.

Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo pêşî li vê bêhiqûqiyê û serdegirtina neqanûnî bigire, berê xwe bide cihê televîzyonan."