Sosyalîstên Gallerî kart şandin ji berxwedêrên rojiya mirinê re

Sosyalîstên ji Gallerê ji bo 30 girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûne rojiya mirinê kartên piştevaniyê şandin.

Sosyalîstên Gallerî kartên piştevaniyê şandin ji 30 girtî re, ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûne rojiya mirinê û yekşema bihurî çalakiya xwe li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî kiribûn. Sosyalîst û anarşîstên Gallerî gotin ew li cem doza gelê Kurd bin.

Girtiyên di rojiya mirinê de ev bûn: Asli Dogan, Ardil Çeşme, Zozan Çîçek, Şukran Aydin, Nesrîn Akgul, Ahmet Topkaya, Ferhat Turgay, Abdulhalik Kaplan, Enver Donmez, Ergîn Akhan, Îhsan Bulut, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Erol Cengîz, Ahmet Anigi, Yaşar Cînbaş, Muhammed Înal, Diyadîn Akdemîr, Engîn Kahraman, Ibrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mustafa Taştan, Senar Efe, Burhan Şik, Faysal Atak, Şefîk Kayhan, Reşat Ozdîl, Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz û Saît Ozturk.

Li Newportê ya Gallerê ji hêla Îmam Şîş ve greva birçîbûnê ya herî domdirêj a dîroka Kraliyeta Yekbûyî hatibû kirin û 161 rojî ku heta greva birçîbûnê dom kirî, çepgir, sosyalîst û derdorên anarşîst desteke zêde dabûnê.