Siyasetmedarên Swêdî: Divê tecrîda li ser Ocalan di cih de rabe

Siyasetmedarên Swêdî Sarayo Post, Hakan Svennîng û Ann Margareth Lîvh xwestin ku tecrîda li Imraliyê di cih de rabe û gotin ew destekê didin Leyla Guven.

Parlamentera Yekîtiya Ewropayê Sarayo Post, Parlamenterê Partiya Çepgir Hakan Svennîng û Alîkara berê ya Şaredariya Stockhlmê û Seroka Forûma Çepgir a Navnetewî Ann-Margareth Lîvh li dijî gavên dîktatorî yên li Tirkiyê helwest nîşan dan û destek dane Leyla Guven.

'MIN LI ENQERÊ TECRÎD ANÎ ROJEVÊ'

Post got, ew hay ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, îlon û Cotmeha sala çûyî bi sifetê Delagasyona Yekîtiya Ewropayê li Enqerê di hevdîtinê de ya bi Wezîrê Dadê û Wezîrê Navxwe re tecrîda li ser Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aniye rojevê.

'EM Ê ZÊDETIR HEWL BIDIN'

Post têkilî Leyla Guven û berxwedêrê greva birçîbûnê jî got, ''Em dibînin bê ka çi dibe. Em ê hewl bidin ji nêz ve rewşê bişopînin û zêdetir tiştan bikin. Em ê xwe têxin şûna we û ji bo azadbûan we zêdetir hewl bidin.''

Post diyar kir divê Guven û girtiyên din ên siyasî werin berdan û domand, ''Kurd li niştimanê xwe divê azad bin û bikaribin bi mafên xwe bijîn.''

'RÊXISTINÊN JIN DIVÊ ÇALAKIYEKE HEVPAR BIKIN'

Ann Margareth Lîvh jî têkilî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got, ''Li Kurdistanê ji yên ku min ew nas kirine, yek ji siyasetmedara herî wêrek e. Ji mêj ve ye ku greva birçîbûnê didomîne. Rewşa tendiristiya wê krîtîk e.''

Lîvh her wiha got ji bo ku xwe negihandine Guven û serdan wê nekriiye ew xemgîn e û got, ''Li Stockholmê ji bo Leyla divê em çalakiyekê bikin. Ez bawer nakim ku xwepêşandanek reşwê biguherîne lê girîng e ku rêxistinên jinan çalakiyeke hevpar bikin.''

Lîvh her wiha diyar kir ew ê heta dawiyê li pişt berxwedêrên greva birçîbûnê bin.

''DIVÊ GUVEN Û GIRTIYÊN SIYASÎ WERIN BERDAN'

Hakan Svennîng jî got dewlet ji bo ku hurmetê nade mafên Ocalan Leyla Guven bêgav maye ku dest bi greva birçîbûnê bike, diyar kir ji ber ku li dij dagirkeriya Tirk a li Efrînê derketine girtina mirovan absûrd e û domand, ''Tirkiye di serî de va, Leyla Guven jî di nav de divê kesên ku ji ber sedemên siyasî girtine, berde.''

Svennîng bi berdewamî got piştî avabûna hikûmetê ew ê rewşa Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê bîne rojevê.

Svennîng herî dawî got, ''Ji bo Leyla Guven, Selahattîn Demîrtaş û HDP'yiyên din werin berdan hewceyî bi zexta navnetewî heye. Nayê qebûlkirin ku lîderekî partiya siyasî di girtîgehê de were hiştin.''