Siyasetmedarên Swêdê: Divê dewleta Tirk ji Efrînê were derxistin!

Siyasetmedarên Swêdê xwestin ku bila Tirkiye ji Efrînê derkeve û ji bo pêşîgirtina êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava divê Neteweyên Yekbûyî têkeve nav hewldanan.

Parlementerê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve Hakan Svennelîg û alîkarê şaredarê Stockholmê yê berê û Seroka Forûma Çepgir a Navneteweyî Ann Margarethe Lîvh diyar kirin ku divê Tirkiye ji cihê ku dagir kiriye bi lez derkeve û divê êrîşên li ser Rojava jî werin sekinandin.

LÎVH: BERIYA DAGIRKERIYÊ DIVÊ TIRKIYE BIHATA SEKINANDIN

Ann-Margarethe Lîvh diyar kir ku dagirkeriya li Efrînê gelekî hov e û got ku, “Tişta xetere jî ev e ku pêşengên siyasî yên cîhanê li hemberî zextên li ser mafên mirovan gelekî bêdeng in. Beriya dagirkeriyê ji bo sekinandina Tirkiyeyê hin tişt dikaribû bihatina kirin. Di heman demê de divê cîhan destûrê nede ku Tirkiye êrîşî Rojava bike. Divê sînorên Rojava yên bi Tirkiyeyê re werin parastin. Divê welatên din destûrê nedin ku Tirkiye êrîşî Rojava bike. Ji bo aştiya li Sûriyeyê divê Tirkiye were sekinandin. Gelê Efrînê jî nebêje ku em hatine jibîrkirin. Li Swêdê û li gelek cihan ji bo Efrînê gel daketine qadan. Dema ez çûm Amerîkaya Latîn mirovan derbarê Efrînê pirsan ji min dikin.”

SVENNELÎG: TIRKIYE HURMETÎ NÎŞANÎ MAFÊ KURDAN NADE

Parlementerê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve Hakan Svennelîg diyar kir ku Kurdan çeteyên DAÎŞ’ê ji Rojava derxistin û piştre rêveberiyeke demokratîk ava kirine lê Tirkiye hurmetê nîşanî mafê Kurdan nade. Svennelîg got ku, “Tirkiye ji ber xurtbûna Rojava dikeve nav fikaran. Ew dizane ku ev tişt ew ê bandorê li Kurdên parçeyên din jî bike. Bi dagirkirina Efrînê re, xwest hêza xwe ya leşkerî nîşan bide. Ji ber dagirkeriya Efrînê 240 hezar Kurd di şertên xerab de dijîn. Tirkiye saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî asteng dike.”

Svennelîg diyar kir ku hikumeta Swêdê li dijî dagirkeriya Efrînê û li dijî êrîşên li ser Rojava ye û got ku, “Li gorî min divê, helwesteke xurt nîşan bidin. Tirkiye di çend salên dawîn de dev ji demokrasiyê berdaye. Li ser Kurdan û kesên ku demokrasiyê diparêzin, zext giran bûne. Divê Tirkiye hurmetî nîşanî mafê demokratîk ê Kurd û gelên din bide.”