Siyasetmedarê Kurd Mahmût Kaya hate berdan

Siyasetmedarê Kurd Mahmût Kaya ku Hezîrana 2018’an li Dusseldorfê hatibû girtin bi şert hate berdan.

Siyasetmedarê Kurd Mahmût Kaya ê ji Çewligê ku Hezîrana 2018’an li bajarê Elmanya Dusseldorfê hatibû girtin bi şert hate berdan.

Doza Kaya vê sibê saet 10:00’an li Dadgeha Cezayê Giran a Hambûrgê pêk hat. Mahmût Kaya di dozê de parastina xwe kir û diyar kir ku gundê wan di serhildana Şêx Seîd de hatibû şewitandin û bi dehan welatiyên sivîl hatibun qetil kirin.

Kaya wiha got; “Her dem ez di nava têkoşîna gelê Kurd de me û ji niha û pêve jî ez ê heman tişt bikim.”

Piştre dozger got, Kaya di nava PKK’ê de berpisyarekî asta bilind de ye, beşdarî meş û çalakiyan bûye, pere komkirine û ev hemû li gorî qanûnên Elmanya sûc e.

Piştî navberê heyeta dadgehê 17 meh ceza li Kaya birî. Di biryarê de pêvajoya girtî ya Kaya li ber çavan hate girtin û biryara berdana bi şertê şopandina 3 salan da.

Saet 14:45’an de Kaya hate berdan û ji aliyê parêzerê wî Alexsander Kînzler û komeke Kurdistanî ve hate pêşwazî kirin.