Sinn Feinê ji bo grevên birçîbûnê banga civaka navneteweyî kir

Sinn Feinê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bang li civaka navneteweyî kir ku piştgirî bidin  berxwedêrên  zindanê û destpêkirina muzakereyên aştiyê.

Parlamenterê berê yê Kamaraya Avam  û wezîrê berê yê  Sinn Fein Michelle Gildernew, ji rojnameya Morning Star re axivî  û bal kişand ser xalên hevbeş ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Îrlandayê.

Gildernew got, “berxwedrên greva birçîbûnê yên kurd, bi çalakiya xwe hewl didin gelê Kurd ji bin zexên zordar ên rejîmê rizgar bike. Em jî bi hovitiya dewleta Brîtanya  ku dixwest têkoşîna me bişkîne re rû bi rû man. Îngilîzan jî weke tirkan difikirîn ku girtiyên azadiyê, xeleka herî lawaz a têkoşînê ne. Lê belê bi berxwedana girtiyan dîtin ku xelet in.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke xedar û dij mirovane ye. Divê ev tecrîdê bê rakirin. Em piştgirî didin banga birêz Ocalan a aştî û çareseriyê. Divê dewlet guh bide banga birêz ocalan û li masayê muzakere û çareseriyê vegere.”