Bibîranîn ji aliyê Komîteya Swîsreyê ya HBDH’ê hate lidarxistin.
Çalakiya bibîranînê di şexsê Sînan Dêrsim de bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Swîsreyê ya HBDH’ê axaftin hate kirin.
Hevserokê CDK-S’yê Alî Şîmşek jî di bîranînê de axivî û got “Sînan Dêrsim li axa azad jiyana azad birêxistin dikir. Em ê çanda berxwedana ya ku hevrêyê Sînan Dêrsim ji me re hiştiye, bidomînin. Em ê serfiraziya destwanwerî ya hevrêyên Sînan Dêrsim a li Garê li her qadê geştir bikin.”
Di bîranînê de sînevîzyona li ser Sînan Dêrsim hate nîşandan. Bîranîn bi sloganên ‘Şehîdên şoreşê nemir e’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.