NÛ BÛ- Serlêdanên ji bo çalakiya greva Strasboûrgê dewam dikin
Serdanên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê hatî destpêkirin dewam dike.
Serdanên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê hatî destpêkirin dewam dike.
Endamên rêxistina şoreşger û çepên Tirkiyeyî ya serdana çalakvanên li Strasboûrgê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn, kirin.
Tevgerên şoreşger û çegirên Tirkiyeyî serdana çalakvanên çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin.
Endamên DÎDF’ê jî serdana çalakgerên çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 10’an a bêdawî û bêdorveger dene kirin.
Di axaftinên serdanê de hate kirin hate destnîşankirin ku DÎDF’ê her tim piştgirî daye çalakiyên tevgera azadiya Kurd ên li Ewropayê kirine.
Di axaftinan de bal hate kişandina ser piştgiriya bi Kurdan û têkoşîna hevpar û peyamên piştgiriyê hatin dayîn.
Federasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon), Yekîtiya Jinên Sosyalîs (SKB) û Platforma Dengê Girtiyan (TSP) serdana çalakvanên greva birçîbûnê kirin.
Ji AvEG-Konê Şafak Arabaci jî anî ziman ku bi gelê Kurd re hevkarên têkoşînê ne û got: “Dibe em ne ji heman partî û tevgerê bin, lê em hevrê û dostên têkoşîna Kurdan a li dijî faşîzmê dike ne. Li Rojava bi hev re şer dikin, bi hev re serdikevin.”
Hevserokê AvEG-Kon Bakî Selçûk jî got: “Em bi hêvîne ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven dayî destpêkirin û bi dehan girtî li zindanan û li Ewropa piştgiriya wan tê kirin wê tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan bişkîne.”
Selçûk anî ziman ku tecrîda ku 19 sal in li ser Ocalan êrîşeke topyekûn e ku li dijî têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna şoreşgerî ye, destnîşan kir ku berxwedana greva birçîbûnê û piştgiriya ku bê kirin wê êrîşan têk bibe.
Hulya Orak a li ser navê SKB’ê axivî, bibîr xist ku berxwedana Leyla Guven peyam da hemû jinan û got: “Berxwedana Leyla Guven û hemû girtiyan û serhildana li vir silav dikin. Piştgiriya me wê bi hemû awayî bidome.”
Li ser navê TSP’ê Duzgun Aksoy jî ev tişt got: “Ev berxwedana bi Leyla Guven destpêkirî û li zindan û derve jî bi we dom dike wê bi teqez serkeftinê bîne. Em TSP li gel we ne.”