Serdanên ji bo Ozdemîr didomin

Derdorên ku serdana Ozkan Ozdemîr dikin, dibêjin ew xwedî li berxwedanê derdikevin û bigihînin raya giştî.

Serdanên ji bo Ozkan Ozdemîr ku li ACTÎT'ê di greva birçîbûnê de ye, didome.

Slvyîe Jan ku li ser navê France Kurdistan serdana Ozdemîr kirî, berxwedana li Kurdistanê, Tirkiyê û Ewropayê slav kir.

'EM Ê BÎNIN ROJEVA FRANSAYÊ'

Slvyîe Jan diyar kir wan serdana greva briçîbûnê ya li Strasboûrgê jî kirine, di serî de parlamenterên Partiya Komunîst a Fransayê li gel gelek parlamanterên bihistyar wan berxwedan ragihandine. Wan li Parlamemntoya Fransayê greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê kirine rojev lê sersariya hikûmeta Fransayê hê jî didome. Jan, ku dema Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji girtîgehê derketî yek ji wan kesan bû ku ew pêşwazî kiribû, goti, ji bo ku ew berxwedanê bi raya giştî ya Fransayê bidin bihîstin û bikin rojev tişta ku ji dest wan hatiye kirine. Jan diyar kir gelê Fransayê hay ji çalakiyên mîna grevên birçîbûnê nîne û ji bo vê jî zehmet e ku bikin rojeva gelê Fransayê û bêhtir kar dikeve ser rêxistinan.

Ciwanên ÎNALCO jî serdana Ozdemîr kir. Nûnerên saziya ciwanan ÎNALCO ku ji ciwanên zanîngehê û yên lîseyê yên Kurd pêk hatî di axaftinên xwe de berxwedana Ozdemîr slav kirin. Diyar kirin li zanîngehê ew ê berxwedanê ji ciwanên Fransiz re vebêjin.

BERXWEDAN JI GEL RE TÊ VEGOTIN

Eynî rojê belavokên ku komîteya greva birçîbûnê ya ji bo gel ji hêla endamên SKB'ê û ACTÎT'ê ve li ber Parîs Gare du Nordê li rêwiyan, li Strasboûr Saînt Denîsê li qehwexane û esnafan hate belavkirin.