Serdaneke giring li Şaredariya Alessandrîa ya Îtalyayê hat kirin

Şandeya serdan li şaredariyê kir, daxwaza hevwelatîbûna fexrî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Şaredar Gîorgîo Abonante diyar kir ku Alessandrîa dostê Kurdan e; ew ê nirxandina daxwaza şandeyê ji dil bikin.

Komeleya Veso II Kurdistan (Ber bi Kurdistanê ve) ku Îtalyayiyan ava kiriye, Buroya Ragihandinê ya Kurdistanê li Îtalyayê, serdaneke fermî li Şaredariya Alessandrîa kir.

Gava serdanê ku li Şaredariya Alessandrîa ya Îtalyayê hat kirin, Hevserokên Vesso II Kurdistanê Lûcîa Gîûstî û Antonîo Olîverîerî, hûnermenda bi navdar a Îtalyayî Zerocalcare û li ser navê Buroya Ragihandinê ya Kurdistanê li Îtalyayê Yilmaz Orkan amade bûn. Li ser navê Şaredariya Alessandrîayê jî şaredar, alîkarê şaredar, şefê şaredariyê û kabîneya şaredariyê şande pêşwazî kir.

Şaredar Gîorgîo Abonante anî ziman ku serdana şandeyê ji bo cihê rûmetê ye.

Hûnermenda navdar Zerocalcare ku piştî şaredar dest bi axavtinê kir, behsa têkoşîna azadiyê ya Kurdan kir û bi lêv kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan bûye îlham.

Hevserokê Komeleya Veso II Kurdistanê Antonîo Olîverîerî jî bi bîr xist ku projeya avê ya bajarokekê Wanê Şaredariya Alessandrîa çê kiriye û destnîşan kir ku divê têkiliyên wiha bi xurtî berdewam bibin.

Yilmaz Orkan ku li ser navê Ofîsa Ragihandinê ya Kurdistanê li Îtalyayê axivî, daxwaz ji Şaredariya Alessandrîa kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe hevwelatiyekê fexrî yê wan û îşaret bi giringiya projeyên biraxweh bi şaredariyên li Kurdistanê re kir û got ku divê bên qewînkirin.

Şaredar Gîorgîo da xuyakirin ku ew bi Kurdan re û got ku ew ê bi awayekê ji dil li ser daxwaza ku ji wan hatiye kirin bisekinin û piştevaniya xwe bi Kurdan re zêde bikin.