Sê jinên şoreşger ên Kurd li Parîsê bibîr anîn

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên sê jinên şoreşger ên Kurd li paytexta Fransa Parîsê bi çalakiyeke girseyî hatin bibîranîn.

Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di salvegera 8’an a qetilkirina xwe de li ser rêya 147 La Fayette a li Buroya Enfarmasyona Kurdistanê bin bibîranîn û daxwaza edaletê kirin.

Saziyên Kurdistanî, Tevgerên Jin ên Kurd û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa yên li herêma Parîs û Île De Fransa çalakî organîze kir û siyasetmedarên Kurd, nûnerên saziyên Kurd û dostên wan tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de dirûşmên ‘Bimre rejîma Tirk a faşîst’, ‘Edaletê dixwazin’ û ‘Stop Erdogan, terorîst Erdogan’ hatin qîrkirin, ji pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîs dest bi meşê kirin. Li pêşiya korteja meşê çelengên li ser navê KNK’ê, CDK-F, TJK,E, TCŞ, KJK-F û KCDK-E’yê hebûn û dîsa wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hildan. Dîsa pankartên bi nivîsên ‘Erdogan ê ferman  da, divê bê darezandin’ hate hildan. Piştî meşa heta pêşiya Buroya Enformasyon a Kurdistanê dom kir û şûnde li vir deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî li cihê qetlîam pêk hatin gul hatin danîn.

‘EV ÊRÎŞ LI DIJÎ GELÊ ME Û RÊBERTIYA ME YE’

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Nûpelda Mûnzûr axivî. Mûnzûr got: “Em vê bêcezatiyê qet qebûl nakin û daxwaza darezandina dîtatoriyê dikin. Di şexsê hevrêyên me de gelê me û tevgera me kirin hedef. Ev êrîş li dijî Rêbertiya me bû. Em dizanin ku dewleta Tirk û Erdogan ev ferman daye. Heta ku ew neyê darezandin wê qetlîam dom bikin.

Alîkara Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Helere Bîdard jî tevlî bîranînê bû û axivî. Bîdard diyar kir ku ji roja qetlîam pêk hatî û vir ve bûne parçeyek ji têkoşîna edaletê ya tê kirin û got: “Tevî 8 sal derbas bû hê jî mîna roja yekem çi rû daye li bîra me ye. Sê jin, sê siyasetmedar û nûnerên aştiyê li Parîsê hatin qetilkirin. Em ji bîr nakin.”

‘BI KEÇA XWE SERBILIND IM’

Piştre jî peyama dayika Sakîne Cansiz a bi deng hate guhdarkirin. Dayika Sakîne got: “Bi keça xwe serbilind im. Keça min mirovek rast û durist bû. Baş kar dikir. Bang li hevrêyên wê dikim. Hûn emanetî Sakînen e. Bi we serbilind im.”

Piştre dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ bilind bûn. Li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalît jî daxuyaniyek hate dayîn û ev hate gotin: “Ev têkoşîn têkoşîna me tevan e. Di nava vê hêrs û êşê de tim têkoşîn hebû. Hêrsa me kêm nebûye. Têkoşîna me wê bidome.”

Li ser navê CDK-F’ê jî Veysel Keser axivî û ji bo meşa roja Şemiyê bang kir û got: “Divê Erdogan bê darezandin û bêcezatî bi dawî bibe.”

Berî bîranînê portreya sê jinan ku Zehra Dogan amade kiribû bi avahiya şaredariya 10’an a Parîsê ve hate daliqandin.