Saziyên Civaka Êzidî yên li Ewropayê ji bo Meşa Mezin a Kolnê bang kirin
Saziyên Civaka Êzidî yên li Ewropayê ji bo meşa ku 16’ê Mijdarê wê li Kolnê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.
Saziyên Civaka Êzidî yên li Ewropayê ji bo meşa ku 16’ê Mijdarê wê li Kolnê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.
16’ê Mijdarê wê li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî bê lidarxistin. Bangên ji bo tevlîbûna meşê, her ku diçe zêdetir dibin. Saziyên Civaka Êzidî yên li Ewropayê jî banga tevlîbûna meşê kirin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di 16'ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê meşeke giştî heye. Em jî li Navenda Komeleyên Êzidiyan kom bûne, em bang li civaka Êzidî dikin ku li Rêberê xwe, li Serok Apo xwedî derkevin. Wê rojê werin em hemû li Kolnê kom bibin û bersiva bersiva dijminan bidin. Li Serokê xwe xwedî derkevin. Her kesên Êzidî di warê Êzidatiyê de bîrdoziya wî/ê heye, li civaka xwe, Êzidiyatiya xwe, li Şengalê, li Serokê xwe xwedî derkeve. Wê rojê em bi alên xwe amade bin û li wê derê em jî li nava civaka Kurdistanî cih bigirin. Em ê 16'ê mehê li benda we bin.”