Sazî û pêkhateyên Êzîdî: Bersiva Fermanê Xweserî ye!

Sazî û pêkhateyên civaka Êzîdî ji bo salvegera Qirkirina Şengalê daxuyanî dan. Sazî û pêkhateyên civaka Êzîdî xwestin ku Xweseriya Şengalê were naskirin.

Sazî û pêkhateyên civaka Êzîdî di salvegera 7'an a Fermana Şengalê de daxuyaniyek hevpar dan, Fermana Şengalê şermezar kirin û hemû cangoriyên dema qirkirinê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin her çendî şeş sal di ser Fermanê re bihurî bin jî hê birînên Şengalê nehatine pêçan, aqûbeta bi hezaran jin, zaro yên Êzîdî ne diyar e, bal kişandin ser amabargoya PDK'ê ya li ser Şengalê ya ku bi salan didome û hate diyarkirin dewleta Tirk bi reng û şêwazên cuda êrîşên li ser civaka Êzîdî didomîne, li gel vê jî ne hikûmeta Iraqê û ne jî l qada navnetewî ti helwestek nayê nîşandan.

Sazî û pêkhateyên civaka Êzîdî her wiha diyar kirin her çendî DAÎŞ ji hêla fizikî lawaz bûbe jî ji bo ku valahiya ji DAÎŞ'ê mayî, ji bo ku DAÎŞ'ê û çeteyên din ên hov zindî bike û li dijî gelên herêmê bi kar bîne dewleta Tirk hemû hêza xwe seferber kiriye.

'CIHÊ KÊFXWEŞIYÊ YE ÊZÎDÎ VEDIGERIN SER XAKA PÎROZ A ŞENGALÊ'

Sazî û pêkhateyên civaka Êzîdî gotin, ''Ji ber ku di warê navneteweyî de ji bo pirsgirêkê herêma rojhilatanavîn stratejiyeke hevbeş tuneye, bi taybeti desthilatdariya faşist a AKP-MHP ji vê rewşa aloz û ji bêdengiya saziyên navneteweyî sud digire û her roj bomba li ser serê civaka Êzidiya û gelê herêmê dibarine. Armanc ew e ku bi hezara kesên ji xaka xwe durketine û li welatê xwe bûne penaber hêviyên wan bişkîne û yê vegeriyane Şengalê jî di nava wan de tirs û xofê bi pêş bixine. Lê cihê kefxweşiyê ye tevî hemû êriş û astengiyan jî civaka me ya li kampên başûr dimînin ref bi ref vedigerin ser xaka piroz Şengalê.''

'DIVÊ QADA HEWAYÎ LI TIRKAN WERE GIRTIN'

Saziyan bi bedewamî gotin li gel siyaseta qirkirin û koçberiyê ya li ser wan jî bi pêşengtiya jin û ciwanên Êzîdî pergaleke jiyaneke nû tê afirandin, ji aliyê siyasî, leşkerî, aborî, civakî û rêveberî ve û diyar kirin ji bo ku civaka Êzîdî bikaribe bi aramî bijî beriya her tiştî divê êrîşên dewleta Tirk werin rawestandin û qada hewayî li Tirkan were girtin.

'DIVÊ STATÛYA ŞENGALÊ WERE NASKIRIN'

Sazî û pêkhateyên Êzîdî bi berdewamî wiha gotin:

''Di warê navneteweyî de statûya Şengalê were naskirin û fermana Şengalê her çiqas ji aliyê Neteweyê Yekbûyi ve wek Jenosid hatibe bi lêvkirin jî, lê pêwistê fermî were naskirin û têkeve meryetê. Her weha, di serî de hikûmeta navendî û ya herêmê eger bixwazin bi civaka Êzidiyan re li hev werin û xwe ji rûreṣiya fermana 3’yê Tebaxê azad bikin, divê beriya her kesî statûya Ṣengalê nas bikin û ji bo avakirina Ṣengalê erkên xwe bînin cih. Wekî din, ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê pêwist e dadgeheke navneteweyî were avakirin û dozê li welatên wek Elmanya hatinê vekirin, divê piştgirî bidin xebatên SMJÊ û hewldanê bi vi rengî.

'DIVÊ HER FERDEKÎ ÊZÎDÎ JI BO XWESERIYA ŞENGALÊ BIXEBITE'

Dîsa, ji her kesî bêtir civaka Êzidiyan jin, ciwan, rewṣenbir, hunermend û hemû beṣê civakê, li kûderê dibe bila bibe erkê her Êzidiyekî ye ji bo parastin û xweseriya Ṣengalê bixebite û lê xwedî derkeve. Êm sazî û pêkhateyên civaka Êzîdiyan li qada Ewropa erkê me yê serekê ew e ku em hemû derfetê xwe ji bo naskirin,parastin û avakirina Êzidixanê bi kar bînin. Li ser vî esasî, em sazî û pêkhateyên civaka Êzîdîyan piştgirî didin bangawaziya SMJÊ û bang li civaka Êzidiyan, saziyên civaka Êzidiyan, gelê Kurd û dostên civaka me dikin, ku ji bo salvegera fermana 3’yê Tebaxê di navbera 1- 3 ê Tebaxê de li gelek navendê Ewropa û bi taybeti li Elmanya çalakiyê têne lidarxistin, bi hemû hêza xwe tevlî bibin.

Sazî û pêkhateyên Êzîdî yên ku daxuyaniya hevpar dane:

NAV YEK - Navenda Yekitiya Komelên Êzidiya

SMJÊ - Siwana Meclisê Jinê Êzidi

YÊS - Yekîtiya Êzidiyê Suriyê

MŞD - Meclisa Şengale ya Derveyi Welat

HCÊ - Hevgirtina Ciwanên Êzidî

NÇÊ - Navenda çanda Êzdîxan

KMGÊB - Koordinasyona Meclisên Gundên Êzidiyên Bakur