Sazî û partiyên Kurdistanî banga berxwedanê kir

Bi dehan sazî partiyên Kurdistanî, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi ruhê seferberiyê banga berxwedanê kir.

Bi dehan partî û saziyên Kurdisanî li dijî êrîşa dewleta Tirk a li Mexmûr, Şengal û qadên gerîla daxuyaniyek hevpar dan.

Daxuyaniya 48 partî û saziyan wiha ye:

"Devlete Tirk ya metinger û faşîst 15’ê Hezîrana 2020 bi peşengiya AKP/ MHP ên faşîst Şengal, Maxmûr û Qendîl bombe kirin. Me heya kengç welatên Ewrûpa, NY û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka we ji qîrkirina devlete Tirk ya li ser gelê Kurd çawe xwe bigrin? Ma ew Dewletên Neteweyên Yekbûyî, YE  û NATO çima nabin astengê qırkırına devlete Tirk li ser gelê Kurdistane? Ger destûre bidin Tirk a ku bi her awayî me bikuje çi cudahiya wan û DAÎŞ’ê heye? Piştî rizgarkirina DAÎŞ li Şengalê devlete Tirk a metinger ji Cotmeha 2019’an ve, gelek êrîşên hewayî bi balafirê şer anîna li ser Şengal, Maxmûr û Qendîl sivil hatina hedefgirtîn, sûce hovana hatina kirin, gelê Kurdistani hatin qetilkirin. Em bêdengiya raya giştî ya navdewletî bi tundi şermezar dikin, em bang li dewletên yekbûyî dikin ku berpirsyariya xwe di derbarê Şengale, Maxmûr û Qendîl diji êrîşên balafirên dewleta Tirk bi cih bine û qada asmanî  ji balafirê devlete Tirk bigre û dawî li qetilkirina sivîlan bîne.

Em bang lî  gel û dostên me yên li Tirkiyê û derveyî welat dikin, ji bo rawestandina siyaseta qirkirinê tevbigerin, saziyên navdewletî li dijî qirkirine bêdengiya xwe hin berdevam dikin. Em bang dikin ku ji bo çalakiya li ber meclîsa herêmî, navendî çalakiyên xwe li pêş saziyên çapemeniyê û saziyên neteweyî bi bandor pek binin. Bersiva me ya li diji êrîşên faşîzmê û bedengiya welatnn ku berpirsyarin, wê bi heza çalakiyên me pêkan be.

Em li her devera li Ewrûpa, Kanada, Evusturalya, bi sekna xwe nirx û rûmeta xwe li hemû welatê biparêzin.

Wekî pêkhateyên neteweyî yên Kurdistanê, cihên ku dikarin pewiste hemû Kurdistanî,  şoreşger, demokrat, rewşenbîr, muxalefet û her kes ji bo mirovahiyê  bi ruhê seferberiyê berxwedanê xwe bi yekdengî lî diji faşîzma Tirka bilind bikin.”