‘Sara, Fîdan û Leyla ji bo me mînaka têkoşînê ne‘

Sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Atîna û Osnabruckê hatin bibîranîn.

Ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li payîtexta Yûnanîstanê Atîna, Kampa Kurdistaniyan a Lavrînon û herêma Saksonya bajarê Osnabruck yê Elmanyayê çalakiyan hatin bibîranîn.

ATÎNA

Bi sedan Kurdên li kampa Lavrîon dimînin 6 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylam ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li salona sînemaya Şehîd Halîl Ûysal bi çalakiyekê bibîranîn. Di çalakiya bîranînê de Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û Sêvê Demîr ku di dema Rêveberiyên Xweser de li Botanê şehîd bûbûn, hatin bibîranîn. Di salona sînemayê de wêneyê 6 jinên şoreşger, al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin hilawistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

‘SARA BI TÊKOŞÎNA XWE TIR Û XOF XISTE NAVA DILÊ DIJMIN‘

Di çalakiya bibîranînê de Xecê Kalkan axivî. Kalkan anî ziman ku jinên şoreşger tu carê li dijî dagirkeran serî netewand û got: “Jiyana wan timî bi têkoşînê derbas bû. Komkujiya Parîsê li dijî pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin bû. Rêberê me vê komkujiyê weke ‘Qirkirina Dersimê ya duyemîn‘ binav kir. Heval Sara deng û sembola Dersimê ye. Li dijî dagirkeran têkoşînek bêhemap meşand. Heval Sara bi berxwedana xwe tirs û xof xist nava dilê dijmin û rûyê wan yê qirêj teşîr kir. Sara, Leyla û Fîdan ji bo me mînaka têkoşînê ne. Dewleta Tirk a dagirker ev komkujî pêkanî û ev komkujî hîna jî nehatiye ronîkirin. Di roja îro de jî ev komkujî bi rêbazên cuda berdewam dike. Em ê tu carê dest ji têkoşîna xwe bernedin û em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin.“

Çalakiya bibîranînê bi helbest û muzîkê berdewam kir.

Piştre sînevziyona qala jiyana Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û Sêvê Demîr ên li Botanê şehîd bûne hate temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” dawî bû.

OSNABRUCK

Ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê Osnabruck yê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Li ser navê Tevgera Jina Kurd Binevş Amed axaftinek kir û got: “Di şexsê şehîd Sara de tevahiya şehên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibîrtînin. Dewleta Tirk a faşîst di şexsê sê jinên şoreşger de têkoşîna jinan hedef girt. Têkoşîna şehîd Sara derbeya herî giran li mejiyê dewleta mêr da. Em ê timî li ser rêya şehîdan bimeşin û ala wan bilind bikin.“