Salvegera PKK’ê li Ewûstûralya hate pîrozkirin
Li bajarê Sydney û Melborûne yên Ewûstûralyayê salvegera PKK’ê bi şahiyekê hatin pîrozkirin.
Li bajarê Sydney û Melborûne yên Ewûstûralyayê salvegera PKK’ê bi şahiyekê hatin pîrozkirin.
SYDNEY
Bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan a li Navenda Civak Kurd a Demokratîk (NCKD) a bajarê Sydney a Ewûstûralyayê bi şahiyekê salvegera PKK’ê pîroz kirin. Di şahiyê de sînevîzyonekek ku PKK’ê vedibêje hate nişandan. Di şahiyê de hevseroka NCKD Bayram Bozbeyoglû axivî û got: “ Tevgera azadiyê ya bi PKK’ê destpê kir her diçe mezin dibe.” Şahî bi stranên hunermend Roj û hunermendên herêmî heta direngî şevê dom kir.
MELBOÛRNE
Li Melboûrne ya Ewûstûralyayê jî salvegera PKK’ê hate pîrozkirin. Nûnerê KNK’ê Heval Herikî axiv û di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û hemû girtî silav kir. Şahî bi gerandina govendê û derketin ser dikê ya Mesûd Med bi dawî bû.