BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PKK'ê li Liverpoolê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Liverpool ê Îngilistanê, salvegera damezrandina PKK'ê bi coş pîroz kirin.

PÎROZBAHIYA 27'Ê MIJDARÊ

Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê bi wesîleya salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê şahiyek lidar xist. Çalakiya ku gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê destpê kir.

Li salonê tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn, flamayên Rêber Apo û alên YPG û YPJ'ê hatin daliqandin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd Eylem Colemêrg di destpêka çalakiyê de axivî û diyar kir ku 27'ê Mijdarê ji bo gelê Kurd demeke diyarker bû. Eylem Colemêrg got, "Em pêşengê azadiyê û vejînê Rêber Apo hezar carî silav dikin. Em sala 47'emîn bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî dikin. Ti operasyon, ti polîtîkaya şer nikare me ji rêya azadiyê dûr bixîne."

Eylem Colemêrg nerazîbûn nîşanî operasyona polîsên Îngiliz a li ser Navenda Civaka Kurd da ku bi daxwaza dewleta Tirk pêk anî û got, "Em bi berxwedan û têkoşînê gihîştin vê astê. Me bi hezaran şehîd dan û ber bi jiyaneke azad û bi rûmet ve meşiyan. Em operasyona krîmînalîzasyonê ya dewleta Îngilistanê şermezar dikin ku bi daxwaza dewleta Tirk li dijî gelê Kurd hate kirin. Dewleta Tirk dewleteke krîmînal e ku piştgirî da hovîtiya DAÎŞ'ê. Gelê Kurd û şervanên wê yên hêja jî li dijî dijminên mirovahiyê yên paşverû bi hezaran şehîd dan û li dijî vê rêxistiniya paşverû şerê azadiyê meşandin, tevgereke mirovî ye. Dest ji vê operasyona bê exlaq berdin, malên gelê Kurd ên ku we dagir kirine tavilê biterikînin."

Bi navê Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê Umît Serhat axivî, 27'ê Mijdarê pîroz kir û diyar kir ku li hemberî operasyona polîsên Îngiliz divê em di nava çalakiyan de bin.

Bi navê komên enternasyonalîst ên tevlî pîrozbahiyê bûn daxuyaniyek hate dayin, hewldana krîmînalîzekirina gelê Kurd a Qraliyeta Yekbûyî hate şermezarkirin û hate ragihandin ku êrîşên li ser sazî û aktîvîstên gelê Kurd nayên qebûlkirin.

Piştî axaftinan sînevîzyonek hate nîşandan, helbest hatin xwendin û komên Dengê Botan û Rengê Welat hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrzobahî bi gerandina govendê bi coş dewam kir.