BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PKK’ê li Armavirê hat pîrozkirin

Li herêma Armavirê a Ermenîstanê 46'êmîn salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyekî hat pîrozkirin.

Salvegera 46’emîn a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li herêma Armavirê a Ermenîstanê bi şahiyekî hat pîrozkirin.

Pîrozbahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Li ser wateya rojê Hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan axivî. Dirboyan wiha got ;Em di serî cejna vejînê li Rêber Apo, cangoriyên azadiyê, hemû şervanên ku îro li çepêran li ber xwe didin û gelên welatparêz pîroz dikin. PKK'ê ji bo me jiyanekî nû ava kir û em bi cihanê dan naskirin. Em wek gelê Kurd deyndarê Rêber Apo û şehîdan in. Partiya Karkerên Kurdistan em ferî berxwedan û jiyana azad kir. PKK'ê bi heft kesan dest pê kir û îro bûye bi milyonan. Dijminê me ji bo tasfiyekirinê bi hemû rengî êrîşî Tevgera Azadiyê kir, lê dijmin tek çû û Tevegra Azadiyê roj bi roj mezin bû. Em jî wek gelê li welatê xerîbiyê jiyan dikin çi ji destê bê em ê bikin û tekoşîna xwe xurtir bikin. Carek din em Cejna Vejînê li mirovahiyê pîroz dikin û dibêjin azadiya Rêber Apo nêzîk bûye."

Şahî bi stranên dengbêj Hesen, hunermend Zagros Rojhilat, Koma govenda ya Bihar û koma govend ya Kûlîlkên Araksê û bi gerandina govendê bi dawî bû.