Salvegera 45’an a PKK’ê li Nantesê bi coş hate pîrozkirin
45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Nantesê bi coş hate pîrozkirin.
45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Nantesê bi coş hate pîrozkirin.
Salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê li bajarê Nantes ê Fransayê bi coş hate pîrozkirin. Pîrozbahî li salona “Salle Festîve Erdre” hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li herêma Bretegnayê dijîn û dostên wan ên Brotan tevlî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê destpê kir.
Siyasetmedar Mehmet Dag têkîldarî salvegera 45’an a PKK’ê got, “27’ê Mijdarê ku vejîna gelê Kur e, li Rêber Apo, şehîdên me yên şoreşê, gelê me, hevreyên me yên li girtîgehê pîroz be.”
Her wiha Şehîdên Şoreşa Kurdistanê di şexsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di 23’ê Kanînê de li paytexta Fransa Parîsê di êrîşa li dijî Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn.
Piştî axaftinan Hozan Alî Gul, Hozan Aydin, Suna Alan, Hozan Kawa û Suruçlu Nesrîn derketin ser dikê. Pîrozbahî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.