Salih Cizîrî û Dr. Huseyîn wê li Dortmûndê bêne bîranîn

Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) ji bo Salih Cizîrî û Dr. Huseyîn wê 26'ê Hezîranê li Dortmûndê çalakiyeke bîranînê lidar bixe.

KOMAW'ê destnîşan kir ku bersiva herî rast a ji bo bîranîna şehîdan bê dayin, avakirina welatekî azad, gelekî azad e.

Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) têkildarî şehadeta Salih Cizîrî û Dr. Huseyîn daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Salih Cizîrî (Hasan Adir) berê di nava karên KOMAW'ê de ji bo berhevkirina daneyên li ser şehîdên têkoşîna azadiyê xebitî û fedakariyeke mezin kir. Hate ragihandin ku têkiliya bi xizm, malbatên şehîdan re gelekî girîng didît û li gelek deverên Ewropayê pêşengî ji birêxistinkirina vî karî re kir.

KOMAW'ê diyar kir ku di 26'ê Hezîranê de wê li bajarê Dortmûndê çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin û got, "Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi dayina bi deh hezaran şehîdî, bi dayina berdêlên mezin gihîşt vê astê. Heta ku polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk a ku xwe dispêre qirkirin û dagirkeriyê dewam bike, wê di vê têkoşîna pîroz de jî şehîd bêne dayin. Di vê demê de em hîn bûn ku hevalên Salih Cizîrî û Dr. Huseyîn şehîd bûne. Bila serê malbatên şehîdan û gelê Kurd ê welatparêz sax be, rehma Xwedê li şehîdan be."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şehîdan êş û pirsgirêkên gel dîtin, ew ji dil hîs kirin û ji bo dawî li vê êşê bînin têkoşiyan û hate gotin, "Hevalên Salih Cizîrî û Dr. Huseyîn li ber statuya koletiyê rabûn û bêteredût tevlî nava refên têkoşînê bûn. Heta roja ku şehîd bibin her kêliya xwe fedaî jiyana azad a gelê me û azadiya welatê me kirin. Bi hezkirin, hurmeteke mezin bi gel, welat û Rêber Apo re dilsoz bûn. Bi fedakariyeke mezin tevlî nava refên têkoşînê bûn.

Rêya herî rast a bidawîkirina êşê, xwedîderketina li şehîdan e. Ji bo pêkanîna armancên ku ew di oxira wan de şehîd bûn, divê em hîn bêhtir têbikoşin. Şehîd çavkaniya me ya esasî ya hêzê ne, rabirdû, îro û paşeroja me ne. Bersiva herî rast a ji bo bîranîna wan avakirina welatekî azad, gelekî azad e. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna vê yekê wê mezintir bibe û bigihê serketinê."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna li çalakiya bîranînê ya li Dortmûndê bang hate kirin.