Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bersiv da pirsên Stêrk TV ên li ser rojevê.
Em temamiya roportajê diweşînin.
Em dixwazin bi pîrozbahiyên Cejna Newrozê dest pê bikin. Newroza îsal bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Ruh û coşeke çawa li qadan hebû û gelê Kurd û dostên wan çi peyam dan û ev peyam wê çawa werin nirxandin?
A rastî Newroza îsal taybet û cuda bû. Di destpêkê de ez dixwazim weke hemû rêheval û gelê me Newroza Rêber Apo pîroz bikim. Bi rêzdarî û hurmet Rêber Apo silav dikim. Her wiha di şexsê heval Mazlûm, Zekîye, Berîvan, Ronahî û Rahşanan de hemû şehîdên Newrozê û şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Careke din Newroza gelê me û dostên me pîroz dikim. Bi rastî ev Newroz,piştî 50 salî cara yekem di vê astê de hate pîrozkirin. Her wiha mirov dikare bibêje ku piştî hezar salan Newroz di vê astê de hate pîrozkirin. Newroza îsal li çar perçeyên Kurdistanê, derveyî welat û li seranserê cîhanê bi kelecan, coş, helwest û xwestekeke mezin hate pîrozkirin. Bê guman sedemên vê yekê hene. Newroz her tim ji bo gelê Kurd rojeke pîroz e. Roja berxwedan û serhildanê ye. Weke ku her kes jî dizane, taybetmendiya vê Newrozê banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û civaka Demokratîk’ e. Ji ber vê jî em dikarin piştî 50 salî û şûnde careke yekem di vê astê de û pir girseyî hate pîrozkirin. Li çar perçeyên Kurdistanê, derveyî welat û li seranserê cîhanê her derê Kurd lê dijîn, Newroz bi kêfxweşî, bi moral û bi kelecan Newroz pîroz kirin. Helbet sedema vê yekê jî banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ bû. Vê yekê kelecan û xwesteke cuda li cem gelê Kurd da avakirin û gelê Kurd û dostên xwe ev Newroz di asteke gelekî bilind de pîroz kir ku hê jî berdewam dike. Peyamên ku di vê Newrozê de ji aliyê gelê me ve hatine dayîn, girîng in. Di serî de gelê me di vê Newrozê de manîfestoya Rêber Apo, erê kirin û xwedî lê derketin. Gelê me weke di hemû çalakiyan û di jiyana rojane de careke din bi şîara ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’ û berzkirina dirûşmeyên ‘’Serok Apo’’ û ‘’Rêber Apo’’ xwedî li manîfestoya Rêber Apo derketin û anî ziman ku esas digirin, ew ê bi her awayî xwedî lê derkevin û piştgiriyê bidin Rêber Apo. Gelê Kurd dizane ku Rêber Apo roja destpêkê heya roja îroyîn, her tim bi taybet jin ji bo gelê Kurd, gelên bindest û mirovahiyê jiyaye, ked daye. Îro jî li ser vî esasî manîfestoyek pêş xistiye û di Newrozê de jî gelê me bi yek îrade û yek ruh, bi giştî xwedî lê derket û piştgirî dayê. Belkî hinek kesan hêvî nedikir ku gelê Kurd û dostên xwe wisa pir bi girseyî bi hev re rabin ser piyan. Ji ber ku propaganda û dijîtiyeke weke ku ev manîfestoya Rêber Apo ne di çarçoveya berjewendiyên gelê Kurd de ye, hebûn. Lê belê gelê me Rêber Apo dizane, bawer dike û fêm dike. Gelê me bi xwe û dostên gelê me bi coşeke mezin bûb besiv. Her wiha gelek kes matmayî jî man. Cara yekem bi beşdarbûneke pir mezin ya di vê astê de Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Yanî mirov dikare ji bo vê yekê bibêje ku bi peyama yekemîn û xwedîderketina manîfestoya Rêber Apo nîşan didin ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de çi gotibe û çi jî bibêje derbasdar e. Di vê pêvajoya girîng de ev peyameke girîng û taybet bû. Helbet peyamên cuda jî hebûn. Peyama duyem a girîng ew bû ku gelê me ji dost û neyaran re û tevahiya cîhanê re da îspatkirin ku ew girêdayî nirx, hebûn û jiyana azad in û ew van yekan ser her tiştî digirin. Weke dîroka me û têkoşîna me ya 50 salî, em xwedî biryar in ku çi berdêl pêwîst bin, em bidin. Em ê di hebûn û jiyana azad de israr bikin û divê hemû mirovahî, siyaseta navneteweyî û hemû cîhan vê yekê baş bizanibe û helwesta me ev e. Ev peyam jî li gorî me gelekî girîng bûn. Ya sisêyan; gelê me peyamek da dewleta Tirk jî. Her çend dewleta Tirk dixwaze bi propogandaya reş, bandorekê li gelê Kurd bike, rojevên derewîn diyar bike, di navbera tevgera me, gelê me û Rêber Apo de nakokiyan nîşan bide, yan jî weke ku gelê Kurd bêçare, bê îrade û bê têkoşîn maye xwe serkeftî nîşan bide jî gelê me bi yek îradeyê û coşeke mezin di çarçoveya manîfestoyê de Newroz pîroz kirin. Her wiha wê ev dîtin, nirxandin û propogandayên dewleta Tirk ên li hemberî Rêber Apo, tevgera me, PKK’ê û gelê me bê bandor bin. Nikare jê encamekê bistîne. Bila dewleta Tirk bizanibe ku em girêdayî nirxên xwe ne û em ji çareseriyê re jî amade ne lê belê em tu caran serê xwe natewînin. Û weke ruhê Newrozê ku me ji dîrokê girtiye, em ê bijîn û nirxên xwe, azadiya xwe û jiyana azad weke gotina Rêber Apo, em ê ser her tiştî bigirin. Ev peyam ji dewleta Tirk re hate dayîn. Yanî hûn çi bikin û çi bibêjin rastî ev e. Ger ku hûn vê rastiyê nebînin jî hûn nikarin pêşiya xwe bînin û pirsgirêkên xwe bi awayên rast diyar û çareser bikin. Helwesta gelê Kurd ev e û pêwîst e wisa were zanîn. Yanî gelê me peyameke bi vî rengî ya girîng da dewleta Tirk. Her wiha belkî ne cara yekem be lê belê mirov dikare bibêje ku gelê me di vê asta bilind de li çar perçeyên Kurdistan û li seranserê cîhanê bi ruhekî netewî Newroz pîroz kir. Ev yek jî pir girîng bû. Gelek caran me jî aniye ziman û Rêber Apo jî girîngiya yekîtiya neteweyî xistiye rojevê û tê zanîn ku hewldanên Rêber Apo yên têkildarî vê mijarê pir zêde ne. Her wiha xewn û xeyala gelê Kurd de jî ku tavilê yekîtiya xwe ava bike. Ji ber vê yekê jî Newroza îsal girîng bû. Yanî hemû Kurdan bi rengê xwe, bi îradeya xwe û bi coşa xwe ya mezin têkildarî yekîtiya neteweyî bangaziya xwe kirin û xwestekên xwe anîn ziman. Ev jî peyameke pir girîng bû. Li çar perçeyên Kurdistanê, derveyî welat û li her derê bi dehan milyonan pêwistiya yekitiya neteweyî anîn ziman û ew xwestek xistin rojevê. Li forî vê yekê jî pêwîstî ew e ku hemû rêxistinên Kurdan, partî, siyasetmedar, rewşenbîr û akademîsyen vê peyama gelê Kurd ya yekîtiya neteweyî ya di Newrozê de hatî dayîn, rast fêm bikin û xwedî lê derkevin. Divê her kes weke berpirsiyar nêzîk bibe, erka xwe bi cih bîne û bibe bersiva xwesteka gelê Kurd ku yekîtiya neteweyî were avakirin. Ev yek jî girîng bû. Her wiha dîsa bi pêşengtiya jin û ciwanan bi taybet jî 8’ê Adarê bi sînerjî, moral û kelecana manîfestoya Rêber Apo bi tevlîbûneke girseyî ya ciwanên Kurd, dostên wan û hêzên enternasyonal îsal li her derê Cejna Newrozê bi xurttir hate pîroz kirin.
Rêber Apo di 27’ê Sibatê de banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ kir. Piştre PKK’ê piştgiriya xwe ya ji bo banga Rêber Apo anî ziman. Mehek bi ser banga Rêber Apo de derbas bû lê belê ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve tu guhertin nîne. Hûn vê rewşa heyî çawa dinirxînin?
Bi rastî yek ji rewşa herî girîng ev e. Weke we jî anî ziman Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bangeke ku gelê me, civaka Tirkiyeyê, siyaseya navneteweyî û her kesî eleqedar dike, kir. Her wiha tê zanîn ku PKK’ê jî girîngiyeke pir mezin da bang û manîfestoya Rêber Apo. PKK bêyî ku zêde wext derbas bibe, di wextê xwe de kom bû, nîqaşên xwe kirin û helwesta xwe diyar kir. Bi daxuyaniyekê da zanîn ku piştgiriyê dide Rêber Apo û manîfesto ji bo wê derbasdar e. PKK’ê ev helwesta xwe bi awayekî zelal ji raya giştî re eşkere kir. Di heman demê de PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbesta yekalî îlan kir. Ku ev yek jî gelekî girîng bû. Yanî di rewşeke wisa girîng de PKK’ê agirbesta yekalî îlan kir. PKK ji bo ku banga Rêber Apo pêk were bi îrade û cidiyeta xwe ya nêzîk bû. Piştre jî weke xwezayî diviya dewleta Tirk tişteke erênî bigota û pêngavek biavêta ku ev pêvajo li ser zemîneke erênî û maqûl were avakirin. Jixwe armancên agirbestê jî ev bûn ku nîşan bide di vê mijarê de çi qasî cidî ne û dawî li şer were. Yanî her kes bikaribe bi awayekî rehet bifikire, lê hûr bibe, biaxive, xwe amade bike, gavên pêwîst biavêje û planên xwe saz bike. Yanî hevsengiya vê zemîn û psîkolojiyê were avakirin. Gava ku PKK’ê avêtî girîng jî bû. Lê belê mixabin ku dewleta Tirk, ne di warê axaftinê de tiştek kir ne jî di warê pratîkî de gaveke erênî avêt. Weke ku tiştek nebûye, bi Rêber Apo re bi tu awayî neaxivîne, banga Rêber Apo derveyî agahiya dewleta Tirk hatiye kirin, PKK’ê agirbest îlan nekiriye, pêvajoyeke wisa tune ye û weke berê tev digere. Yanî ne di zimanê wan de guhertinek çêbû ne jî di pratîkê de guhertineke diyar çêbû. Di wan rojên destpêkê ku ez nebêjim hêviyek hebû lê belê weke tê zanîn miroz dixwaze hêviyek hebe. Ya heyî jî wisa şikand yan jî tê hêvî nîşan neda. Çimkî li holê tiştek tune ye. Tevî ku ev nêzîkî mehekê ye PKK’ê agirbest îlan kiriye jî dewleta Tirk ji neh hezar caran zêdetir bi balafir, IHA, SIHA, tank û top, hawan û obusan êrîş kiriye. Yanî ji neh hezar caran zêdetir êrîş kiriye. Yanî nakeve aqilêmirovan ku hem pêvajoyeke wisa hebe hem agirbest hebe û hem jî ev qas êrîş hebin. Yanî cîdiyeta wê li ber çavan e. Halbûkî ev pêvajo bes bi destê Rêber Apo hate destpêkirin. Yanî her kes baş dizane ku bi pêşketinên girîng ên li li Rojhilata Navîn dest pê kir. Dewleta Tirk ev yek nirxandin. Ji Bahçelî bigire heya gelek kesên din li ser van yekan axivîn û gotin ku pêwîst e em eniya xwe ya li hundir xurt bikin, li ber sînorê me û Rojhilata Navîn xeterî û talûke hene û wê ev geşedanên dawîn bandorê li Tirkiyeyê jî bikin. Yanî ev yek ji bo dewleta Tirk sedem bûn. Li gel metirsiyek hebû. Tişta din jî ew bû ku dewleta Tirk li hemberî PKK’ê û pirsgirêka Kurd neserkeftî bû. Li hemberî her tiştî neserketî bû. Yanî di warê têkiliyên xwe yên li hundir, navneteweyî de tevî teknojiya herî pêşketî, piştgiriya NATO’yê, piştgiriya Emerîka û Ewropayê jî nekarî encamekê bi dest bixe. Girêdayî vê yekê dîtin ku xitimandinek heye, nikarin îradeya PKK’ê bişkînin û pirsgirêka Kurd weke ku difikirin, çareser bikin. Dîtin ku nabe. Pêwîst dîtin ku bangawaziyekê bikin. Li gel Bahçelî dest pê kir û ku bang kir Rêber Apo here Meclîsê biaxive. Rêber Apo jî li hemberî vê yekê piştî hevdîtin û nîqaşan ev manîfesto pêş xist. Ji xwe Rêber Apo di warê fikrî û zihnî de her tim amade ye. Ji sala 1993’yan ve ye her tim şêwazeke di çarçoveya siyasî û demokratîk de li çareseriyê digere. Derveyî şêwaza şerî li rêya çareseriyê digere. Girêdayî paradîgmayên nû bi kûrayî li ser guhertinên demokratîk disekine. Tew ew qasî kûr, berfireh û di vê mijarê de xwedî israr bû ku rexne li me hatin kirin. Digot ku we çima di wextê xwe de ev guhertin pêk neanîn? Li ser vî esasî jî Rêber Apo li gel dewlet û nûnerên wê hevdîtin û nîqaş pêk anîn û ev manîfesto pêş xist. Em a niha lê dinêrin her weke ku tişteke bi vî rengî tune ye. Dewleta Tirk di ya xwe da israr dike. Mirov dikare ji bo vê yekê bibêje ku cidiyet tune ye. Hema bes dibêjin ku çima PKK’ê dev ji çekan berneda, çima kongreya xwe kom nekir? Yanî ma lidarxistina kongreyê û çekberdan ew qasî hêsan e? Dewleta Tirk vê yekê baş dizane ku hevalên me jî gelek cara anîn ziman bêyî Rêber Apo tu kes nikare kongreyê kom bike, biryara feshkirina PKK’ê bide û ji gerîlayên ku li ser navê Rêber Apo sond xwarine û tevlî bûne re bibêje dev ji çekan berde. Dewleta Tirk jî vê yekê baş dizane. Eger bixwaze rê û rêbazên vê yekê hene ku wan dizane jî. Her wiha PKK’ê jî li hemberî vê mijarê tiştên hewce bi awayekî pir eşkere û bi duristî ji raya giştî re parve kirin û anîn ziman. Pêwîst e Rêber Apo azad be û karên xwe jî bi awayekî azad bi rê ve bibe. A rastî dewleta Tirk jî têkildarî vê mijarê bersiveke neyînî nedabû û negotibû na. Mehek bi ser de darbas bû lê belê bi qasî ku em dizanin di şert û mercên jiyana Rêber Apo bi tu awayî guherînek çênebûye. Baş e gelê Kurd û PKK wê vê yekê çawa pênase bikin? Ev yek tê çi wateyê? Dewletê anîbû ziman ku ew ê tavilê rewşê biguherînin, wê di warê hiqûqî û yasayî de guhertinên pêwîst çêbibin û wê li Meclîsê komîsyon were avakirin. Her wiha Heyeta Îmraliyê bi gelek partiyan re hevdîtin pêk anîn û rojev diyar kirin. Weke ku ev yek qet nehatine jiyîn û pêk nehatine tev digere. Ev bû mehek ku Rêber Apo manîfesto diyar kiriye lê belê dewleta Tirk ne gotineke erênî bilêv kiriye ne jî di pratîkê de gaveke erênî avêtiye. Bes dibêje ku bila PKK kongreya xwe kom bike û dev ji çekan berde. Çend rojan beriya niha Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz di bernameya kanalekê de amade bû jê pirsîn ku wê Heyeta Îmraliyê dubare biçe Îmraliyê yan na. Bersiv da û got ku na heyet naçe, jixwe çûn û hatin û peyamên xwe jî anîn. Yanî wê wiha bi awayekî ne cidî tev bigerin? Yanî ma bi Rêber Apo re wisa nîqaş kirine? Yanî peyam hat, wê her tişt pêk were û her tişt qediya. Bi awayekî yekalî. Gelo tiştek wisa heye? Nexwe ne cidî ne. Yanî mijarek pir girîng e, vê yekê bi xwe jî dibêjin, Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêka sedsalan de berpirsyartiyek pir mezin girtiye ser xwe. Lê ew dibêjin jixwe heyet carek, du cara çû pêwîste êdî her tişt biqede. Ne cidî ne. Dîsa Wezîrê wan ê edaletê gotiye, malbata Rêber Apo serlêdan kiriye ji bo biçe, em vê dinirxînin. Cidiyet li ku derê vê ye? Ev jixwe mafekî giştî ye, bi deh hezaran dibe sed hezaran girtî di zindanên Tirkiyeyê de heye. Her kes mafdar e mafê xwe bikarbîne û dewlet jî vê qebûl bike. Yanî ev tîşteke xwezayî ye, ne qenciyek nû ye, ne tîştek nû ye. Rojev çawa hat xapandin ku wisa nêz dibin? Li şûna ku heyet herin gel Serokatî, Rêber Apo azad bibe, bi kî re bixwaze bikaribe hevdîtinê bike, nîqaş bike, bi PKK’ê re di nava têkiliyê de be, ji bo komkirina kongreyê xwedî helwest be, kar bike, nîqaş bike, perspektîf ava bike û van bigihîne PKK’ê, li şûna ku derfetê kombûna kongreyê were avakirin helwesta van bi vî rengî ye. Yanî hemû tişt deynin aliyekî bila kongre çêdibe, baş e, wê kongre çawa çêbibe? Hûn bi aqilê kî dileyzin, hûn çawa wisa ne cidî ne. Hem şer dikin, hem zêdetirî 9 hezar caran bi şêwazên cur be cur wê êrîşên we hebin û hem jî di bin van êrîşan de kongreyê kom bibe. Yanî dibêjin werin teslîm bibin. Ev jî ne tiştekî nû ye. Ji xwe ev 40 sal in hûn her tim heman tiştî dibêjin û we ji van encam negirtiye. Dikarim vê bibêjim, di vê pêvajoyê de Rêber Apo berpirsyariyeke dîrokî da ser xwe. Ne tenê li hember gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê, bi rastî hîs kir, jiyan kir. Ev êşa ku civaka Tirkiyeyê dikşîne, pirsgirêka Kurd fatûra wê ji bo civaka Tirkiyeyê giran bû. Ev birçîbûn, ev bêkar mayin, ev perîşanî, aboriyeke binketî, siyaseta xitimiye, îtîbara Tirkiyeyê nemaye û her tiştên xwe ji bo şer seferber dikin. Rêber Apo xwest pêşiya vê bigire. Yanî bi salane û dubare dubare van tiştan aniye ziman. Paradîgmaya Rêber Apo ya herî esasî Civaka Demokratîk, Neteweya Demokratîk e. Yanî eger Tirkiye ne rehet be, Tirkiye demokratîk nebe, pirsgirêka Kurd çareser nebe, Kurd ne rehet be wê Tirkiye qet ne rehet be. Ji ber vê pirsgirêkên Tirkiyeyê qat bi qat zêde dibin. Niha jî wisa ye. Her kes dibîne, dişopîne. Helwesta Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de ne erênî ye û xwe dubarekirinek heye. Esas ne xapandina tevgera me PKK'ê ye, xwe dixapînin. Hîn jî bi dijminatî, hîn jî ji jor de xwedîtin dixwaze psîkolojiyeke wisa jiyan bike û bi her kesî bide jiyankirin. Lê gelê Kurd gelekî polîtîk e, xwedî têkoşîn e, bedel daye, bi rastiyê dizane û di vê zanebûnê de ye. Eger pêvajoyeke wisa bi pêş bikeve û encam bigire wê bi têkoşînê bibe. Rêber Apo jî dibêje hûn çiqasî paradîgmayê fêhm bikin û di xwe de bi cih bikin hûn ê ewqas xwedî hêz bin û di vê astê de hûn ê karibin encamê bigirin. Yanî, girîngî çi ye. Gelê me û hêzên demokratîk xwe li hemberî dîrok û vê pirsgirêkê xwe berpirsyar bibînin û xwedî têkoşîn bin. Tenê li hêviya çima dewleta Tirk gav neavêt de nebin. Erê. Bi têkoşîna xwe zextê li dewleta Tirk bikin, wê gavê Tirkiye neçar bimîne gav biavêje. Divê wê hêza çareseriyê di xwe de bibînin, ava bikin û têkoşîna xwe bi pêş bixin. Dixwazim vê jî bibêjim. Her tim azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rojeva me ya esasî ye û gihîştiye asteke pir bilind. Di qada navneteweyî de akademisyen, siyasetmedar, civak, dewlet û her wiha gelekên pêngav dane destpêkirin. Divê ev pêngav li her derê bê nevbar bidome û ji niha şûnde divê mirov zêdetir bi pêş bixe. Derfetê vê jî pir in. Çima hene? Wexta Rêber Apo ev manîfesto pêşkêş kir û daxuyanî da, ev bangewaziya Rêber Apo ne tenê gelê Kurd û dostên wan di nava qada navneteweyî de jî erênî hat pêşwazîkirin. Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, dewletên Ewropayê, Emerîka, gelek akamdemîsyen, rêxistin û saziyên sivîl xwedî li bangewaziyê derketin û erênî dîtin. Ji bo pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo baştir bê birêxistinkirin derfetek e û divê ev derfet baştir were bikaranîn. Divê bê navber vê pêngavê bi pêş bixe.
Li Tirkiyeyê ji aliyê desthilata AKP'ê ve siyaseteke bi krîz tê meşandin. Ev yek di polîtîkayên wê yên derve de jî xuya dike. Li hemberî vê siyaseta ku bi krîz tê meşandin hêzên demokratîk, sosyalîst, mûxalîf divê xwedî helwesteke çawa bin?
Pirsgirêkên dewleta Tirkiyeyê hene. Pirsgirêkên wê yên aborî, siyasî, navxweyî û yên derve hene. Dixwazim vê bibêjim, civaka Tirkiyeyê mijara pêvajoya demokrasiyê tam jiyan nekiriye. Di dîroka xwe de wisa ye. Li Ewropayê mêze bikin, bi sed salan têkoşîna demokrasiyê hatiye dayin û nirxên demokrasiyê derketine pêş. Eger dewletên Ewropayê bixwaze wan nirxan binpê bike, raya giştî ya civakên Ewropayê hişyariya wan heye, rê nadin vê yekê û têkoşîna xwe didin. Di dîroka Tirkiyeyê de ev têkoşîn pir kêm e û lawaz e. Yanî Tirkiye demokratîkbûna civakê pir jiyan nekiriye û pir bi pêş nexistiye. Her tim ji jor de siyaset hatiye eyarkirin. Serdema Osmanî, sedsala dawî ya Tirkiyeyê jî tê de her tim ji jor de hatiye meşandin din. Civak têkoşîna demokratîk û bingehîn tam xurt nekiriye. Rêvebirina wê ji bo dewletê pir ne zehmet e. Her tim wisa kiriye, civak bê deng maye. Te dît dinya tê guhertin, Rojhilaa Navîn tê guhertin. Pirsgirêkên Tirkiyeyê pir alî ne, kûr in û girîng in. Ne weke berê, civak bi ser xwe de hatiye û xwe nas dike. Weke berê birêvebirin ne hêsan e. Wexta civak bi ser xwe de tê, pirsgirêkên xwe dibîne, xwe nas dike û derveyî îradeya dewleta Tirkiyeyê têkçûna heyî, belê krîzên wan hîn zêde dike û kûr dike. Niha em lê mêze dikin bê rewşa AKP'ê çi ye? Yek; siyaset wan a derve hîn jî weke ku dibêjin Neo-Osmanî, bi rastî jî di aqilê AKP'ê de ev heye. Yanî weke Osmanî xwe li Rojhilata Navîn berfireh bikin û heta Afrîkaya Bakur. Çi karê we li Lîbyayê heye? Gelo hûn pirsigrêkên Lîbyayê çareser dikin an jî di bin de dimînin û dijwar dikin. Ya jî çi karê we li Somalî heye? Hûn pirsgirêkan çareser dikin an dijwar dikin. Yan jî Iraq, dewletek serbixwe ye û cîranê wan e. Bi hezaran leşkerên xwe li wir bi cih kirin û dagir kirine, ev pirsgirêk e. Sûriye her wiha. Em li Sûriyeyê mêze bikin. Destwerdan û polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ber bi çareseriyê dibe yan pirsgirêkên heyî kûr dike û giran dike? Pir diyar e ku çaresernebûna pirsgirêkên Sûriyeyê yên herî sereke, ji ber dewleta Tirkiyeyê ye. Li hember gelê Kurd wisa ye. Li hember neteweyên din wisa ye. Li hember ol û çandên din wisa ye. Bi hişmendiya kê nêzî min be ez ê bi wan re siyasetê bikim tevdigere. Vaye HTŞ, di nava wan de bi dehan kom hene. Piştgiriyê ji kesên ku serê Kurd, Êzidî û bi taybet jin jêkiriye dike. Ev siyaset aramiyê nayne Sûriyeyê, demokrasiyê nayne Sûriyeyê. Polîtîkaya wan a derve hemû li ser xeterî, neheqî û dagirkeriyê ye. Ev ti îtîbarê bi dewleta Tirkiyeyê nade qezenckirin û ti hêzê nade dewleta Tirkiyeyê. Berovajî vê lawazbûnê dide jiyankirin. Civak jî li hemberî wan bi bertek in. Dewleta Tirkiyeyê niha di hundir de jî heman pirsgirêkan jiyan dike. Pirsgirêka aboriya wan di çi astê de ye? Eger li cîhanê rêzkirineke aboriya herî xetere û herî xirab hebe wê dewleta Tirkiyeyê di rêza 6'emîn an jî 4'emîn de cih bigire. Baş e. Çima wisa ye? Gelo dewlemendên Tirkiyeyê yên sererd û binerd kêm in an jî civak Tirkiyeyê ne kedkar e. Çima wisa ye? Sedema wê bi trilyonan pereyên di şerê heta niha hatiye xerckirin e û fatûra wê li civaka Tirkiyeyê vedigere. Dewleta Tirkiyeyê vê yekê bi zextan îdare dike. Dibêje dengê xwe dernexin, qebûl bikin û hûn ê razî bibin. Wisa dixwaze îdare bike û zextê dike. Civak wisa perîşan dimîne. Siyaset hatiye xitimandin, akademîsyen nikarin biaxivin, rewşenbîr nikarin karê xwe bikin, zanîngeh ne azad in, civak ne demokratîk e û ne azad e. Ji ku derê ve li halê dewleta Tirkiyeyê mêze dikî, îstîkrar tineye û li her derê alozî heye, pirsgirêk heye. Di siyasetê de pirsgirêk heye, di aboriyê de pirsgirêk heye û heye. Wexta ku wisa pirsgirêk hebe ya tê çareseriyeke demokratîk pêş bixî, ya tê di zextê de israr bikî. Xwestek, tercîh û rastiya AKP'ê ne demokratîkbûn, zextê pêwîst dibîne. Bi darê zorê, dadgehê û hêza polîsan diçe ser civakê û wisa jî dike. Bi salane tê zanîn li hember siyaseta demokratîk a Kurd, berê HDP û niha DEM Partî çiqas şaredariyên wan hene qeyûm şandin ser. Heta di demeke nêz de qeyûm şandin şaredariyên bajarên Mezin ên Mêrdîn û Wanê, şaredariyên Êlih, Colemêrg û hwd. Gelê Kurd serî netewenad û di têkoşîna xwe de israr kir. Dewleta Tirkiyeyê, hêza desthilat tirsa wan ji demokrasiyê heye. Her tim li hember helwesta civakê her tim tirsekê jiyan dikin. Weke min got, ya wê bi rêbaza demokratîkbûnê çareseriyekê bibîne ya jî wê her tim xwe biparêze û bi zextan wê bi ser de biçe. Tercîh û rastiya AKP'ê ne demokratîk e. Bi zextan bi ser de diçe. Dît ku di aliyê CHP'ê de jî helwestek û pêşketinek heye. Hinek kes wekî Ekrem Îmamoglû alternatîfê Erdogan derdikeve pêş û xwe amade dike. Nakokiyên di navber AKP û CHP'ê de jî derketin pêş û AKP bi ser CHP'ê de çû. Herî dawî Ekrem Îmamoglû xistin hefsê, hinek şaredarên din girtin, qeyûm şandin ser şaredariyên wan û ev zext hîn jî berdewam e. Beramberî vê helwesta ku CHP'ê derxistiye pêş li gorî me girîng û muhîm bû. Mirov ji wan re bibêje 'Rojbaş' dibe tam ne di cih de be. Mirov dixwaze pirsa heta niha ew aqilê CHP'ê li ku derê bû ji wan bipirse. Wexta ku li hember siyaseta demokratîk û îradeya gelê Kurd ewqas zordarî, zext, tinekirin û êrîş hebûn li hemberî AKP'ê dengê lawaz derdixin, lê îro neçar ma ku helwesta xwe ya li hember AKP'ê diyar bike. Dîsa jî em erênî dibînin û baş e. Ya girîng ew e ku çiqas di vê de israr bike, înad bike û xwedî biryar be bi rastî wê ji vê momentê dîrokî û girîng re bibe bersiv. Helwesta CHP’ê girîng e. Ne tenê îdeolojîk yan jî bi pêşengiya CHP’ê civak îro gihîştiye hevdu û civak weke îrdaeyeke demokratîk çalak dibe. Ev tenê ne ewa CHP’ê ye. Civak li hemberî zext û zordariya dewletê ya AKP’ê tijî bûye. Nerazîbûna xwe her tim avêtiye hundirê xwe, her tim daqurtiye, lê îro dibêje êdî bes e. Jixwe nêzî 400 akademîsyen û rewşenbîr helwesta xwe li hemberî zext û zordariya AKP’ê bi hev re diyar kirine û çi gotin; êdî bes e. Em vê jî girîng dibînin. Akademîsyen bi awayekî zelal û berpirsyarî helwesta xwe diyar kirin. Êdî bes e di esasê xwe de weke bangewaziyekê ye. Ji bo her kes erka xwe pêk bîne êdî bes e, ji bo gel û civak rabe ser xwe êdî bes e. Ji bo li hember neheqiyê mafê xwe biparêze û bêje demokrasî û bêje azadî. Akademîsyenan ev helwest diyar kirin. Em li zanîngehan mêze dikin, bi salan ji vir de cara yekem ji Kurdistanê bigire heta metropolên Tirkiyeyê, Stenbol û gelek deveran bi deh hezaran li zanîngehan û xwendevan rabûn ser piyan. Ev jî pir girîng bû. Pêşengtiya jinan, bi taybet tevlêbûna ciwanan û civak niha li ser piyan e. Bi rastî jî ev momentek pir girîng e. Eger hemû hêzên demokratîk deng û îradeya xwe bikin yek, hemû bi hev re çalak bin, hemû bi hev re demokratîkbûna Tirkiyeyê bixwazin. Em hev re bibêjin mafê gelê Kurd û azadiya Rêber Apo. Erê, wê dîrok bê nivîsandin, dîrok wê bê guhertin. Ev derfet jî heye. Gelê Kurd, siyaseta demokratîk di vê mijarê de; çima pir êş kişandiye û çima her tim berdel daye, çima her tim li ber xwe daye, ti car îradeya wan neşikandin û kes nikare bişkîne. Li hember neheqiyê xwedî helwest e û têkoşîna xwe dimeşîne û îro jî wisa dike. Eger neheqî li hember şaredariyan, zanîngehan, civakê, kedkaran û sendîqayan heye, wê helbet rabe ser piyan. Eger neheqî li hember Baroya Stenbolê hee û bi yek biryarê ji peywirê bên girtin wê siyaseta demokratîk û hêzên demokratîk rabe ser piyan û helwesta xwe diyar bikin. Mînakên wisa li cîhanê kêm in. Yanî neheqiyên wisa zordariyek e. Derfet heye ku her kes di aliyê xwe de ji bo demokratîkbûn, aramiya Tirkiyeyê û çareserkirina mesela Kurd, hêzên demokratîk, siyaseta demokratîk û gelê Kurd dengê xwe bikin yek û çalak bin. Wê demê ji dewleta Tirk û AKP’ê re du rê dimînin. Ya wê çalakî, bangewazî û îradeya civakê bibîne û rêz jê re bigire û di wextê wê de xwe biguherîne û gav biavêje. Ji bo vê jî rewş li ber çavan e. Rêber Apo derfetek avakiriye. Wê bibe bersiv, cidî û durstî gav biavêje û pêvajoyeke nû destpê bike. Lê mixabin îşareta vê yekê nîne. Yan jî li hember îrade civakê û demokratîkbûna Tirkiyeyê wê nikaribe pir li ber xwe bide. Yanî desthilata AKP’ê wê her tim ne mayinde be. Rewşa Tirkiyeye, we got wek bi qrîz e. tiştekî aramî nîne. Weke ku me destpêkê anî ziman cîhan qrîzê dijî, Rojhilata Navîn qrîzê dijî. Lê Tirkiye deh caran zêdetir qrîzê dijî. Çima rewş awarte ye. Divê mirov demokratîk awarte nêzîk bibe. Wê xwe zêdetir dubare bike û wê pirsgirêkên Tirkiyeyê jî wê neyên çareserkirin.
28 Adarê roja Lehengiya Netweyî ye. Her wiha roja şehadeta fermandarê mezin Egîd e. Fermandar Egîd di dîroka Tevgera Azadiya Kurd Kurdistanê de şopeke çawa hiştiye?
Salvegera şehdate hevalê Egîd bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînim û di şexsê heval Egîd de bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînim. Hevalê Egîd di dîroka me de kesayetek cuda ye. Wek Rêber Apo gotiye; Fermandarê neteweyî ye. Weke ku Rêber Apo dibêje; Çawa ku Mazlûm Dogan hevîr û xerca berxwedana PKK’ê ye, fermandar Egîd jî pira berxwedana Zindana Amedê li çiyan hatiye vekirin, bi cesaret yekemîn di pirê de xwe gihandiye çiyayên Kurdistan heval Egîd bû. Şopê ji vir ve vedike. Yekemîn xwe gîhand çiyayên Kurdistanê. Destpêk û bingeha hêzên gerîla ava kir û gerîla perwerde kir. Hevalê Egîd di zor û zehmetiyên wê demê de pêwîstiya siyaset û dîplomasiya ku wî bi xwe kir. Wext hat bû çalakvan bû, wext hat bû siyasetmedar û wext hat bû dîplomat. Kesayetek pir alî û pêşketî bû. Lê wexta mirov bibêje heval Egîd, bê guman di serî de fermandariya wî tê bîra mirov. Heval Egîd fermandarekî neteweyî bû û pêşengê şerê gerîla û artêşa gerîla bû. Di avakrina wê de xwedî rolê sereke bû. Di kesayeta heval Egîd de nebûn tinebû. Zimanê gilî û gazincê nînbû. Her tim serketin, pozîtîv û xwebawer bû. Şert û merc her çi bin jî heval Egîd dikarîbû di hemû nebesiyan de teqez gavekê biavêje û encamekê bigire. Di vê nuqtê de her tim ji xwe bawer bû. Hevaşên li gel heval Egîd jî ji xwe bawer in. Eger li gel heval Egîd in ev tê wê wateyê ku wê bi ser bikevin û encam bigirin. Her tim baweriyeke wisa li hevalên dora xwe û civakê belav dikir. Cihê baweriyê bû. Taybetmendiya heval Egîd a herî zêde cesareta wî bû. Lêhûrbûna heval Eîgd ne tenê roja ku tê de jiyan dikir, stratejîk û pir alî difikirî. Li gorî wê plan çêdikir û hedef diyar dikir. Hedefên mezin pêk anîn. Mezin fikirandin mezintiya heval Egîd bû. JI bo wê Rêber Apo dibêje; eger heval Egîd hebûya û jiyan bikira. Şûna wî bi rehetî nayê dagirtin. Wan mohra xwe li vê pêvajoyê xistin. Wan ava kir û wan gava yekemîn a dîrokî avêt. Wexta ku heval Egîd şehîd bû, dewleta Tirkiyeyê propagandeyek pêş xist; heta nîviyê Rêber Apo heta destê wî yê rastê hat tinekirin, ji vir şûnde PKK nikare pişta xwe rast bike û şensê wan nema. Propagandayek wisa dikir. Rastiyek vê jî hebû ku bi rastî jî şûna heval Egîd wê bi rehetî nehate dagirtin. Lê ked, lêhûrbûn, têkoşîn û perwerdeya Rêber Apo daye bi hezara hevalan, em îro dibînin ku bi hezaran navê Mazlûman, Rehşanan, Sarayan, Bêrîvanan, YJA Star û gerîla li ser piyan e. Li ser navê heval Mazûm û Egîd îro bi hezaran di nava şer de û tunelan de li ber xwe didin. Ev ruhek e. Tiştek bê bingeh nabe. Her kes dema kesayeta heval Egîd dixwîne, hîn dibe û dizane di wî de cesaret, moral, kesayetî, serketinê dibîne. Yanî xetek û mîrasek wisa hişt. Rewş û derfet çi dibe bila bibe wê têkoşîn bê dayîn û têkoşîn wê bi ser bikeve û wê encam bigire. Îro li çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran bi vê baweriyê gerîla û ciwan li ser piyan e û di nava şer de ne.
Hefteyeke din 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd divê vê rojê çawa pêşwazî bikin?
Di serî de em rojbûna Rêber Apo pîroz dikin û li gelê xwe jî pîroz dikin. Rêber Apo ti carî ji bo xwe jiyan nekiriye. Yanî ne tenê kesayetek e û ne aîdî xwe tenê ye. Rêber Apo bi milyonan gelê Kurd e û heta mirovahî ye. Paradîgmaya Rêber Apo bi hezara salan vir ve gihîştiye vê astê, pêşiya mirovahiyê ronahî dike û dibe bersiv. Ti sînor û nasname têr nakin ku mirov Rêber Apo pênase bike. Rêber Apo aîdî her kesî û mirovahiyê ye. Ji bo vê ev roj rojên girîng in. Gelê Kurd çiqasî ji vê rojê serbilind be û kêfxweş be mafê wî ye û mafdar e. Bi heyecan û coşeke mezin wê vê rojê pîroz bike. Di dîroka neteweyî ya gelê Kurd de rojên wisa girîng mixabin kêm in. Hemû Kurd di vê rojê de hevî û psîkolojiya wan dibe yek. Rojên wisa girîng in wateya wê ya wisa heye. Ji bo vê ev şensek û derfetek dîrokî ye. Mirov wisa bigire dest û wisa nêzî wê bibe. Jixwe gelê me jî wisa nêzî vê rojê dibe. Paradîgmaya Rêber Apo; jina azad û demokratîkbûna civakê û ekolojî girîng in. Di heman demê de bi vê perspektîfê 4’ê Nîsanê tê pîrozkirin. Kurd cihê ku lê ne heta niha zêdetirî bi deh hezaran dar çandine. Ev di heman demê de nêzîkatiyeke ekolojîk e. Bi taybet herî zêde jin di vê rojê de tên dîtin û tevahiya gelê Kurd. Em van girîng bibînin, bikin roja pîrozbahiyê. Weke gleê Kurd bi taybet qadro, milîtan û endamên vê tevgerê vê rojê rojeke taybet, rojek lêhûrbûnê, rojek bi rastiya xwe re rû bi rû bimînin û xwe di ber çavan de derbs bikin. Divê mirov wisa bigire dest. Di vê rojê de ez çiqasî nêzî rastiya Rêber Apo me, di vê rojê de çiqasî Rêber Apo di jiyana xwe de temsîl dikim. Di vê rojê de kêmasî û nebesiyên min çi ne û çawa dikarim xwe ji wan xilas bikim û derbas bikim û xwe baştir pêş bixim. Di vê rojê de ez ê çawa bibin bersiv ji pêşerojê û dema heyî re, yanî em her yek di heman demê de xwe ji nû ve ava bikin. Wek sînerjiyek nû hêzek nû di xwe de ava bikin. Xwe bi rêxistin bikin. Yanî ne tenê wisa pîrozbahî, Erê, lê di heman demê de wek hişmendî, xwenaskirin, xwedîtin û xwe nû ava bikin. Eger wisa be wê wateya vê rojê bê zanîn û famkirin. Di wê baweriyê de me ku hemû Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan û li her derê ev roj bi serbilindî bê pîrozkirin. Ez bi vê wesîleyê careke din rojbûna Rêber Apo pîroz dikim û li gelê me pîroz be.