BI DÎMEN

Li Bordeaux û Saarlandê Newroz hat pîrozkirin

Li Bordeauxê bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" Newroz hat pîrozkirin. Kurdistaniyên li Luksemburg û herêma Saarland a Elmanyayê hatin gel hev û bi tilîlî û stranan Newroz pîroz kirin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bordeaux ê Fransayê, li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Newroz pîroz kirin. Salona pîrozbahiyê bi posterên mezin ên Rêber Apo û ala PKK'ê hat xemilandin, jin û zarok bi cil û bergên xwe yên herêmî rengîn beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre siyasetmedar Alî Haydar axivî û got, "Rêber Apo ji bo siberoja gelên Rojhilata Navîn bangeke dîrokî kir. Divê dewlet ji niha û pê de bikeve nava liv û tevgerê. Em Kurd baş dizanin ku maseya ku Rêber Apo lê ye gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ti carî wenda nakin. Ji bo ku dewleta Tirk gavên berbiçav bavêje, divê em bi awayekî çalak rola xwe bilîzin."

Haydar Newroz li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi fedaî li ber xwe didin û berxwedêran pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" û "Ji Ocalan re Azadî" hatin berzkirin.

Endamê MLKP'ê yê ku beşdarî pîrozbahiyê bû jî axaftinek kir û bal kişand ser berxwedanê.

Pîrozbahî bi stranên hunermendên TEV-ÇAND'ê Rênas Demhat, Çetîn Zîlan, Koma Pêşeroj û Dengbêj Rêdûr dewam kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

SAARLAND

Kurdistaniyên li Luksemburg û eyaleta Saarland a Elmanyayê dijîn, Newroz bi coş pîroz kirin. Pîrozbahî danê nîvro bi çalakiya li Merterê destpê kir.

Li ser navê Meclisa Gelê Kurd a Saarlandê Bavê Zerdeşt, li ser navê Partiya Dîe Lînke Luksemburgê Bern Muller axaftin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser azadî û ruhê hevgirtina Newrozê.

Pîrozbahî bi gerandina govendê heta saetên êvarê dewam kir.