BI DÎMEN

Li Swîsreyê bi hezaran kes li Newrozê li hev civiyan

Bi hezaran kesên ku li Newroza Swîsreyê li hev civiyan peyama “Heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin, aşitî û çareserî nabe” dan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. 

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn û dostên wan ji bo pîrozkirina Newrozê li Zurihê li hev civiyan. Bi hezaran kesên ku siharê zû ji bajarên cuda ên Swîsreyê bi rê ketin, li Zurîh Hartrum Arealê li hev civiyan û cejna bihar û berxwedanê pîroz kirin. 


Newroza ku bi şîara “Azadkirina Rêber Apo, xwe ji nû ve rêxistinkirin” hate lidarxistin bi awayekê bi coş derbas bû. Her wiha ji ber ku cara ewil li qada vekirî hat lidarxistin li gorî salên berê beşdarbûn zêdetir hat kirin. 

Qada Newrozê bi posterê mezin ê Rêber Apo û alên PKK’ê hate xemilandin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” û “Ji Ocalan re Azadî” hatin berzkirin. 

Jin û zarok bi cilên xwe yên gelerî reng dan qadê û bi govend û stranan ruhê mezin ê piştevaniyê hat nîşandan. Bi hezaran kesên ku li dora agirê Newrozê li hev civiyan, di tevahiya rojê de bi govend, dirûşme û sirûdan daxwazên xwe yên aşitî û azadiyê anîn ser ziman. 

CDK-S: RÊBER APO DIVÊ AZAD BIBE

Axaftina vekirinê ya Newrozê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr ve hate kirin. Dîlan Çetînkaya diyar kir ku Newroza îro bi dirûşmeya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina civaka demokratîk hat lidarxistin û got ku ji bo pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin bigihe serkeftinê ew ê li her qadê têkoşînê bidomînin. 

Cemal Ozdemîr jî îşaret bi asta dîrokî ya Newrozê kir û wiha got: “Newroz ji bo me berxwedan e. Em ê îro daxwaza azadiya fîzîkî ya pêşengê berxwedanê Rêber Apo bikin. Em wekî gelê Kurd li pişt banga dîrokî ya Rêber Apo ne.”

SEVER: MASEYA KU RÊBER APO LÊ YE KURD WENDA NAKIN

Hevserokê KCDK-E Engîn Sever piştî hevserokan axivî û bi pîrozkirina Newroza gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir. Engîn Sever bal kişand ser girîngiya banga dîrokî ya Rêber Apo û got, "Rêber Apo ji bo siberoja gelên Rojhilata Navîn bangeke dîrokî kir. Divê ji niha û pê ve dewlet bikeve nava liv û tevgerê. Em weke gelê Kurd ê li Ewropayê, li pişt vê banga dîrokî ne. Em ê têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin û destê Rêbertiya xwe xurt bikin. Em Kurd baş dizanin ku maseya ku Rêber Apo lê be, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn wenda nakin.”

Engîn Sever destnîşan kir ku bertekên dewletên Ewropayê yên li hemberî banga dîrokî ya Rêber Apo erênî ne û wiha domand: “Daxuyaniyên hatin dayîn ji bo me girîng bûn. Ya girîng gavên berbiçav ên di rojên pêş de bên avêtin. Divê Ewropa berpirsyariya xwe ya ji bo serketina banga dîrokî bi cih bîne. Divê bi awayekî çalak rola xwe bilîze ku dewleta Tirk gavên berbiçav bavêje."

Piştî Sever, li ser navê PYD, YJK-S û TCŞ'ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Newroza gelê Kurd û Rojhilata Navîn hat pîrozkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat xwestin.

HUBER: OCALAN HELWESTA XWE YA JI BO AŞTIYÊ NÎŞAN DA

Parlamentera Partiya Keskan a Neteweyî ya Swîsreyê Katharina Prelicz-Huber jî axivî. Prelicz-Huber di destpêka axaftina xwe de Newroza gelê Kurd pîroz kir. Prelicz-Huber bal kişand ser banga Rêber Apo ya "Aştî û Civaka Demokratîk" û got, "Birêz Ocalan helwesta xwe ya ji bo aştiyê nîşan da. Hêvîdar im dewleta Tirk û Birêz Erdogan guh bidin vê bangê û mafên gelê Kurd nas bikin." Parlamenter Prelîcz-Huber, êrîşên li dijî CHP'ê bi bîr xist û bang li dewleta Tirk kir ku demildest dawî li vê bêhiqûqiyê bîne.

FABIAN MOLINA: JI OCALAN RE AZADÎ

Piştî parlamenter Prelicz-Huber, parlamenterê Federal ê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Fabian Molina axaftinek kir. Molina di destpêka axaftina xwe de Newroza gel pîroz kir û azadiya Rêber Apo xwest. Molina wiha axivî: "Em li cem gelê Kurd ê ku li vir û Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin in û em ê li ber xwe bidin. Birêz Ocalan bi banga dîrokî ya 27'ê Sibatê careke din nîşan da ku ew parêzvanê aştiyê ye. Divê dewleta Tirk bersivê bide banga Ocalan a aştiyê û dawî li şerê li dijî gelê Kurd bîne. Êdî dema azadiya Ocalan hatiye."

BASTA: OCALAN HÊVIYA SIBEROJÊ YE

Partiya BASTA ya Swîsreyê ji bo Newrozê peyam şand û diyar kir ku fikir û paradîgmaya Rêber Apo ji bo siberoja gelên cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e.

Piştî axaftinan çalakiya Newrozê bistranên hunermend Ferhat Tunç, Kawa, Azad, Koma Rojhilat û Xecê heta saetên dereng dewam kir.