BI DÎMEN

Li London û Liverpoolê çalakiyên 'Rojava biparêze' hatin lidarxistin

Bi sedan Kurdistanî li ber avahiya Serokwezîriyê ya Londonê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li ser Rojava şermezar kirin û gotin "Rojava biparêze".

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) li ser Rojava li paytexta Îngilistan London û Liverpoolê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hatin şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û bi dirûşma 'Rojava biparêzin' li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Downing Street a Londonê hatin ba hev. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin, bi çepik, tilîlî û dirûşman êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin. 

Kurdistaniyan bê navber dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Şerm bikin”, "Bijî Serok Apo", "Rojava rûmeta mirovahiyê ye", "Êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdan rawestînin", "Bijî YPG", "Bijî YPJ" berz kirin.  Di çalakiyê de  bi sedan belavok hatin belavkirin, gel eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan.

Rojnamevanê Îrlandî Mark Campbell bi şermezarkirina operasyona krîmînalîzekirina polîsên Îngîlîz a li dijî gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir. Campbell diyar kir ku li Sûriyeyê qonaxeke dîrokî tê jiyîn û wiha got, "Gelê Sûriyeyê guhertineke rasteqîn a demokratîk heq dike, lê em şahidê mezinbûna komên cîhadîst ên girêdayî El-Qaîde, HTŞ û SMO yên ji hêla Tirkiyeyê ve tên xwedîkirin.” 

Campbell bal kişand ku dîmenên hovane yên jin û zarokan ên bi awayekî sîstematîk ji aliyê çeteyên SMO’yê ve tên hedefgirtin û anî ziman ku kiryarên dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdan, li ser civakên din ên etnîkî jî veguheriye qirkirinê. 

Dema ku Mark Campbell diaxivî gelek caran dirûşma "Şerm bikin” li dijî hikûmeta Brîtanyayê hat berzkirin.

Piştre Hevserokê Meclisa Gelê Kurd a Londonê Îshak Milanî axivî û diyar kir ku divê hemû cîhan li dijî êrîşên li ser Rojava bi hev re helwestê nîşan bidin û wiha got: “Ev çeteyên xwînmij, ev dewleta Tirk a faşîst êrîşî ser herêmên herî azad, aştiyane û demokratîk dikin. Faşîzma Tirk wê di bin van sûcên mirovahiyê de bimîne. Gel ti carî Rojava û şoreşê bi tenê nahêle, wê biparêze û mezin bike.” 

Piştî axaftinan girseyê li ber stranên YPG û YPJ’ê govend gerandin.

LI LIVERPOOLÊ MÎTÎNG Û MEŞ

Li Liverpoolê Kurdistanî û dostên wan li ber Gara Trenê ya navendî li dijî êrîşên li dijî Rojava hatin ba hev. 

Girseyê beriya çalakiyê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin. Di çalakiyê. de pankarta "Dewleta Tirk piştgiriyê dide DAIŞ'a terorîst", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ'ê hilgirtin û bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana YPG’ê”, "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Rojava" berz kirin.
Çalakvanê Înîsiyatîfa Elewiyan a Demokratîk Mehmet Dersîm di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku Kurd û gelên din ên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn di bin êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê de ne.

Di axaftinên li ser navê komên enternasyonalîst de hat destnîşankirin ku têkoşîna azadiya Kurd, têkoşîna li dijî dagirkeriya emperyalîst a Sûriyeyê û milîtarîzmê ye. Di axaftinan de bang li hikûmeta Îngilistanê kirin ku çeka nefiroşin dewleta Tirk a ku êrîşên qirkirinê li ser gel pêk tîne.

Alternatîfa Sosyalîst diyar kir ku ew bi gelên Rojava re di nava piştevaniyê de ne û anîn ziman ku ew ê bi gelê Rojava û şoreşa Rojava re li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin wan. 

Piştî axaftinan girse bi çepik, tilîlî û dirûşman ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di meşê de belavok hatin belavkirin. Çalakî li navenda bajêr bi dawî bû.