Şehîdên têkoşîna azadiya li Lozanê hatin bibîranîn

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê ji bo şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku di demên cuda de şehîd bûne, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Di bîranîna ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve hat lidarxistin de milîtana PKK-PAJK’ê û endama Meclisa Fermandariya YJA Starê Beraat Afşîn (Medya Egîd) a ku di 19’ê Mijdara 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, Mehmet Kiran (Kûrtay Faraşîn) ê ku 24’ê Adar 2013’an de li Amedê şehîd bû, Ramazan Aktaş (Memed Cûdî) yê ku di 25'ê Cotmeha 2024’an de li Mêrdînê şehîd bû, Îbrahîm Çelebî (Şahîn Zaza) ku di 7'ê Mijdara 2015'an de li Amedê şehîd bû, Agîd Acer (Agîd Pîro) ê ku di 3’yê Kanûna 2011'an li Licê şehîd bû û Dara Kato (Şakir Îtah) ê ku 31’ê Cormeha 2005’an de li Botanê şehîd bû, hatin bibîranîn.

Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê hat lidarxistin, xizmên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir.

Nûnerê KOMAW'ê Mustafa Karahan, navên şehîdan yek bi yek got û bal kişand ser girîngiya dilsoziya têkoşîna şehîdan.

Karahan diyar kir ku şehîdên Kurdistanê di têkoşîna avakirina Kurdistana Azad de cihê xwe girtine û ji bo wê şehîd bûne û got, “Avakirina Kurdistana Azad wesiyeta şehîdên me ye. Em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê dest ji mîrateya şehîdên xwe yên Rêberê azad, Kurdistana azad bernedin."

Piştî Karahan, li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Hatîce Kandal axivî. Hatîce Kandal di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatan re xwest û got, "Şehîdên me ji bo ku gelê me azad bijî, canê xwe feda nekir.”

Çalakvana Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û xizma şehîd Şînhat Çalişir peyama Koordînasyona Komalên Ciwan a ku piştî şehadeta Kûrtay Faraşîn weşandibû xwend.

Piştî axaftina xizmên şehîdan sînevîzyona ku li ser bîranîna şehîdan hatibû amadekirin hat pêşandan.