Dayika Gulîzar li Essenê hat bibîranîn

Dayika yek ji pêşengên PKK'ê Alî Haydar Kaytan, Gulîzar Kaytan di 10'emîn salvegera koça xwe de li bajarê Essen ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat bibîranîn.

Gulîzar Kaytan a ku di 29'ê Mijdara 2014'an de koça xwe ya dawî kir, li bajarê Essen ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat bibîranîn.


Malbata Kaytan û dostên Gulîzar Kaytan beşdarî çalakiyê bûn û çalakiyê bi pêxistina çirayê ya Dayika Dildarê dest pê kir. Çalakî bi gulbanga Pîr Cemal dewam kir û peyama bideng ya kurê Dayika Gulîzar ji girtîgehê şandî hat xwendin.


Piştre kesên ku Dayika Gulîzar nas dikin behsa bîranînên xwe yên bi wê re kirin. Dayikên şehîdan Dayika Ayten, Dayika Şenge û Dayika Nazîre jî axivîn.
Çalakî bi dayîna xwarinê bi dawî bû.