Li Bregenzê desteserkirina vînê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li eyaleta Vorarlbergê, li dijî dagirkirina şaredariyên DEM Partiyê li Bregenzê meşiyan.

Kurdistaniyên li eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê, ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên DEM Partiyê û ji bo xwedîderketina li şaredariyan meşiyan.

Li bajarê Bregenz ê paytexta eyaletê bi sedan kes hatin ba hev û bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan.

Li ser navê girseyê Mesût Êlih axivî û diyar kir ku tişta li Kurdistanê qewimî darbeyek e û anî ziman ku divê her Kurdên birûmet li dijî vê desteserkirina vînê bi awayekî rêxistinkirî têbikoşe.

Di meşê de dirûşmên "Terorîst Tirkiye" û "Dîktator Erdogan" hatin berzkirin.