'Divê her kes di 16'ê Mijdarê de li Kolnê bin'
Civîna Bocholtê ya ku bi armanca amadehiyên meşa Kolnê ya 16'ê MIjdarê bi daxwaza azadiya Rêber Apo bê lidarxistin, bangwaziya beşdariya çalakiya Kolnê hat kirin.
Civîna Bocholtê ya ku bi armanca amadehiyên meşa Kolnê ya 16'ê MIjdarê bi daxwaza azadiya Rêber Apo bê lidarxistin, bangwaziya beşdariya çalakiya Kolnê hat kirin.
Amadehiyên mitîng û meşa ku dê 16’ê Mijdarê li Kolnê di nav çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de bê lidarxistin bê navber didomin. Ji bo vê yekê li Komaleya Çandê ya Mezopotamyayê ya li bajarê Bocholtê civîna gel hat lidarxistin.
Civîn ji bo bibîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê Yilmaz Ronî axivî. Ronî yekem çalakiya ku li Kolnê hatî kirin û çawa pira hesinî hejadin bi bîr xist. Ronî bangli her kesî kir ku 16’ê Mijdarê biherikin Kolnê û got: “Divê em vê carê bi hêzeke mezintir li wir bin.”
Civîna gel bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.