Ji Dortmundê banga beşdarbûna meşa 16'ê Mijdarê hat kirin
Di çarçoveya amadekariyên mîtîng û meşa ku ji bo azadiya Rêber Apo wê di 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, civîneke gel hat lidarxistin.
Di çarçoveya amadekariyên mîtîng û meşa ku ji bo azadiya Rêber Apo wê di 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, civîneke gel hat lidarxistin.
Li bajarê Dortmûnd û Elmanyayê bi armanca amadekariya mîtîng û meşa 16’ê Mijdarê ya di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, civîna gel hat lidarxistin.
Parlamenterê berê yê HDP'ê Hişyar Ozsoy jî beşdarî civînê bû de, têkildarî geşedanên heyî nirxandin hatin kirin. Hişyar Ozsoy li ser rola Kurdên li derveyî welat di vê pêvajoyê de nirxandinan kir, bal kişand ser girîngiya çalakiya 16'ê Mijdarê ya li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin. Ozsoy destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muzakerekarê sereke Rêber Apo ye. Ozsoy, anî ziman ku kes nikare pêvajoyê tarî bike û bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiya di 16'ê Mijdarê de bê lidarxistin bibin.