Li Emmerichê banga beşdarbûna mîtînga Kolnê hat kirin
Di çarçoveya amadekariyên meşa Kolnê de ku fê 16’ê Mijdarê bê lidarxistin, li bajarê Elmanyayê Emmerichê civîna gel hat lidarxistin û bangawaziya tevlêbûna mitînga Kolnê hat kirin.
Di çarçoveya amadekariyên meşa Kolnê de ku fê 16’ê Mijdarê bê lidarxistin, li bajarê Elmanyayê Emmerichê civîna gel hat lidarxistin û bangawaziya tevlêbûna mitînga Kolnê hat kirin.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, ji bo amadehiyên mitîng û meşa ku wê 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, li bajarê Emmerich ê Elmanyayê civîna gel hat lidarxistin.
‘EM 16’ê MIJDARÊ LI KOLNÊ BICIVIN’
Çalakiya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Emmerichê hat lidarxistin, ji bo bibîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlementerê HDP’ê yê berê Mûsa Farisogûllari li vir axaftinek kir û got: “Ji bo têkbirina pergala êşkence û nijadkujiyê ya Îmraliyê divê her kes bi ruhê seferberiyê beşdarî meşa Kolnê bibin.” Farisogûllari herî dawî bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan kir ku ew li bendê ne ku her kes 16’ê Mijdarê li Kolnê be.
Civîna gel bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.