Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de 16’ê Mijdarê li bajarê Elmanyayê Kolnê dê meş û mitîngeke mezin bê lidarxistin. Derbarê çalakiya merheleya duyemîn de li bajarê Elmanyayê Duisburgê civîna gel hat lidarxistin.
‘ÇALAKIYA 16’ê MIJDARÊ XWEDÎ GIRINGIYEKE DÎROKÎ YE’
Civîna gel a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê, ji bo bibîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserok KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut di civînê de axivî û bal kişand ser giringiya dîrokî ya çalakiya ku dê 16’ê Mijdarê were kirin.
‘EM LI BENDA HEZARAN IN’
Zumrut anî ziman ku divê dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bê û ji bo beşdariya çalakiya 16’ê Mijdarê ew li benda bi hezaran in. Zumrut bal kişand ser desteserkirina destkeftiyên gelê Kurd û diyar kir ew ê bi çalakiya li Kolnê bersiva polîtîkayên nijadkujiyê bidin. Zumrut banga berpirsiyariyê li Kurdan û dostên wan kir û got :”Em dixwazin çalakiyeke dîrokî pêk bînin.”
‘EM GELÊ XWE VEDIXWÎNIN KOLNÊ’
Zumrut herî dawî ev bangawazî kir: “Helek komîsyon tevlî xebatên beşdariyê yên vê mitîngê bûn. Xebat hatin organîzekirin. Armanxa me ew e ku em li Kolnê bi hezaran kesî bînin ba hev û fikrên Rêber Apo li hemû dinyayê belav bikin. Em dixwazin ku gelê me jî bi berpirsiyariya xwe rabe û hem xwe hem jî derdora xwe tevlî vê têkoşînê bike. Em bawer dikin ku wê gelê me li Kolnê bi hezaran re were ba hev û em ê qadê bi şîara azadiya Rêber Apo tijî bikin.”
Civîna gel bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.